Konferansa bi sernavê ‘Mehkûmên siyasî: Tecrîd, kiryarên xerab û êşkence’ bi malovaniya endamê Parlamenta Ewropayê Massîmîlîano Smerîglîo hate lidarxistin. Ji gelek welatan beşdar tevlî bûn. Konferans ji aliyê Yekîtiya Parêzerên Ewropayê ya ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê (ELDH), Parêzerên Demokrat ên Ewropî (AED) û Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî ya Demokrasiyê (MAF-DAD) ve hate birêxistinkirin.
Di encamnameya konferansê de anîn ziman ku bi sîstema tecrîd û êşkenceyê hate kirin û li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî vê yekê hate rawestîn. Di encamnameyê de ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina êşkenceyê pêwîstiya bi têkoşîna hiqûqî û siyasî ya kolektîf hate destnîşankirin.
Tespîtên konferansê wiha ne:
“Di serî de girtîgehên Tirkiyeyê li girtîgehên tevahiya Ewropayê bûyerên kiryarên xerab û êşkenceyê her roj hîn zêde û şênber dibin. Çavdêrî nîşan didin ku tecrîd veguheriye rejîmeke înfazê, bi biryarên sirgûnê yên kêfî malbat û xizmên girtiyan têne cezakirin. Pêkhateyên konferansê destnîşan kirin ku êşkence û kiryarên xerab ên li girtîgehan pirsgirêkeke bingehîn e ku encamên xwe yên sosyo-polîtîk ên cidî hene.
Rewşa li Herêma Baskê, Katalonya, Macaristanê, qanûna înfazê ya cihêkar û nebûna şert û mercên têrker ên hîjyenê ku bandorê li mehkûmên siyasî dikin, çend ji mijarên di rojeva konferansê de bûn. Ji ber kêmaniya demê neketibe rojevê jî tê zanî ku rewşa li Yewnanistanê bi taybetî di mijara penaberan de ji Îngilistan û Elmanyayê cuda nîne.
Li Tirkiye girtiyên siyasî pir zêde ne
Tirkiye ku yek ji wan welatan e ku hejmara girtiyên siyasî lê gelekî zêde ye, ji gelek aliyan ve xwedî rewşeke welê ye ku cihê fikaran e. Bi saya rejîma otorîter a ku AKP û hevalbendên wê ava kir, serweriya hiqûqê veguheriye amûreke zexta siyasî Kiryarên hiqûqî û îdarî yên nû yên li Tirkiyeyê li dijî girtiyên siyasî bi cih têne anîn, her roj dikevin meriyetê. Modelên nû yên girtîgehan, sirgûnkirina bi kêfî, betalkirina berdana girtiyan bi hinceta dîsîplînê, standina mafê serbestiay bi kontrol, astengkirina xizmetên tenduristiyê, qedexekirina ragihandinê çend ji van e. Lêgerîna bi rengê tazîkirinê û serjimartina ku li girtîgehan bi rêk û pêk têne kirin, êşkence û kiryarên xerab dikin parçeyek ji jiyana rojane.
Tecrîda li Girava Îmraliyê mînakeke xwe li devereke din nîne. Sê salên dawî bi ti awayî agahî ji Birêz Abdullah Ocalan nikare bê wergirtin. Ev kiryara tecrîda giran ku li nava civaka Kurd, hêzên demokrasî û hiqûqê bûye cihê fikaran e, di heman demê de asteke êrîşa îmha û înkarê ya li dijî gelê Kurd e. Tecrîd û şerê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin nîşaneya aliyên cuda yên heman nêzîkatiya siyasî ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê ku ji bo bilindkirina rûmeta mirovahiyê divê bi rêk û pêk bê meşandin, bi taybetî yek ji dînamîkên herî girîng ên têkoşîna demokrasî û aştiyê ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye.
Bang kirin
Pêkhateyên konferansê li hemberî rewşa mafên mirovan a ku li tevahiya Ewropayê nebaş dibe, bi taybetî jî li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li girtîgehan biryar dan ku divê têkoşîneke siyasî û hiqûqî ya kolektîf bê meşandin.
Di vê çarçoveyê de beşdarên konferansê van bangan li Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê dikin: Ji bo dawîanîna li Girtîgeha Girava Îmraliyê ku navnîşana sereke ya êşkenceya tecrîdê û rejîma înfaza kêfî ya li hemberî girtiyên siyasî, kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ye, helwesteke hîn çalak bê nîşandan, gavên şênber bêne avêtin.
Ji bo şopandina şert û mercên girtîgehên li Macaristanê û sererastkirina şert û mercan gavên pêwîst bêne avêtin.
Li dijî rejîma înfazê ya cihêkar û qanûnên din ên li Herêma Baskê, Tirkiye û welatên din destwerdanên şênber bêne kirin.
Xwestin CPT erka xwe pêk bîne
Her wiha CPT di mijara Girtîgeha Girava Îmraliyê de ji bo şopandina pirsgirêkên li girtîgehên Ewropayê kûr bûne û nirxandina wan, bi erk û berpirsyariya xwe rabe.
Pêşniyar
Beşdarên konferansê di encama pêşkêşî û nîqaşan de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman û biryar dan ku li van qadên hevpar têkoşînê bimeşînin:
Ji bo têkoşîna hiqûqî ya hevkar a li dijî tecrîd û êşkenceyê bi rêk û pêk û bi bandor bê meşandin, destpêkê tevneke vekirî ya ji beşdarên konferansê bê avakirin.
Ji bo nîqaşkirina kiryarên xerab û êşkenceya li girtiyan, bi pêşengiya rêxistinên hiqûqê û parêzerên tevlî konferansê bûn, konferanseke du rojan a bi beşdariyeke berfireh bê lidarxistin. Konferanseke bi vî rengî dikare kiryar û mewzûatên li welatên cuda hîn bi hêsan nîqaş bike. Ji bo amadekirina vê konferansê wê koma xebatê bê avakirin.
Bi armanca piştgiriya ji bo daxwaznameya 1.330 parêzeran ku Çileya 2024’an îmze kirin, pêşkêşî Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê kirin û xwestin dawî li tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê bê anîn, ji aliyê parêzerên Ewropî ve bi heman armancê kampanya îmzeyan bê destpêkirin.
Parêzer û hemû nûnerên saziyên civaka sivîl ên tevlî konferansê bûn biryar dan ku bala baroyên xwe û rêxistinên hiqûq û mafên mirovan ên navneteweyî bikişînin ser pirsgirêkên li girtîgehan.”