Komxebata Jineolojî ya bi sernavê “Li dijî pergala mêrê serdet a di sedsala 21’emîn de polîtîka û rêbazên têkoşîne” di roja duemîn de li Wanê berdewam kir. Îro li ser pirsgirêka kurd niqaş kirin. Di niqaşan de diyarkirin ku têkoşîna Tevgera Jinê ya Kurd ji têkoşîna netweyî ne cudatir e.
Komxebata Kovara Jineolojiyê ya “Li dijî pergala mêrê serdet a di sedsala 21’emîn de polîtîka û rêbazên têkoşîne” di roja duyemîn de berdewam kir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên jin ên DEM Partiyê, siyasetmedar Sebahat Tuncel, hevşaredar, femînîst û gelek jin tev li bûn. Moderatoriya rûniştina “Li dijî êrişên zayendperest feraseta xweparastina hevpar” endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz kir. Ji Tora Jinan Ruya Kurtuluş û aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî weke axêver tev li bûn. Piştre jî rûniştina “Em ê rêbazên têkoşîna hevpar di teorî û pratîkê de çawa bi hev re birêsin?” hat lidarxistin. Moderatoriya wê endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Suzan Akîpa kir û aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Elter û lêkolînera femînîst Semîha Ari jî weke axêver tev li bûn. Herî dawî jî dê rûniştina “Li dijî şer, mezinbûna rastgiran û milîtarîzmê ya netewe-dewletan, têkoşîna hevpar a lêgerînên azadî û aştiyê ya jinan” were lidarxistin. Ji endamên kovarê Rojda Yildiz dê moderatoriya rûniştinê bike û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî dê weke axêver beşdar bibe.
Komxebat, ji çapemeniyê re girtî didome û piştî rûniştinan dê bi dawî bibe.