“Kawîs Axa hostayekî bîranînê ye ku bîranînên gelê kurd bi dengekî tîne ziman ku ji lalikiya wî derbas dibe.”
Di dîroka gelê kurd a çandî de, kevneşopiya dengbêjiyê ne tenê şêweyeke hunerî, lê di heman demê de weke yek ji hilgirên herî girîng ên bîranîna kolektîf jî tê dîtin. Di wan civakan de ku çavkaniyên dîrokî yên nivîskî kêm in, çanda devkî ji bo parastina nasname û bîranîna civakî bi roleke girîng rabûye. Dengbêjan bi vegotina çîrokên jiyana takekesî, çîrokên evînî, koçberî, şer û trawmayên civakî bi şêweyeke vegotina melodîk, bîranîna gel zindî hiştiye. Di vê çarçoveyê de, Kawîs Axa di rastiya kurdan a dîrokî û civakî de, hem wekî hunermendek û hem jî wekî aktorekî civakî, cihekî wî yê girîng heye.
Kawîs Axa, sala 1889an, li herêma Çarçellayê ji dayik bû. Di temenê xwe yê ciwan de bavê wî mir û ew bi diya xwe re jiya. Hem ji hêla ferdî û hem jî ji hêla civakî ve mirina bavê wî ya bêwext bandoreke kûr li ser wî kir. Kesên ku mezinên wan zû dimirin, eşîr, xizm û cîran piştgiriyê didin wan. Ev nîşaneyeke girîng a çanda kurdan a hevgirtinê ye. Ji bo Kawîs Axa, ev hevgirt û piştgirî ne tenê têkoşîna ji bo jiyanê bû, lê beşek ji şert û mercên civakî jî bû ku bingeha hilberîna wî ya çandî ava kir.
Her çend lalbûna wî di jiyana wî ya şexsî de wekî astengiyek xuya dikir jî, wî bi hêza dengê xwe û jêhatîbûna xwe ya şîrovekirinê, ev astengî derbas kir û bi vî awayî civakê ew qebûl kir. Ev yek ji hêla sosyolojîk ve aşkera dike ku hilberîna çandî çawa dikare cudahiyên takekesî veguherîne. Mînaka Kawîs Axa nîşan dide ku afirînerî peyzaja çandî ya civakê diyar dike.
Şerê Cîhanî yê Yekem ne tenê hevsengiya hêza di navbera dewletan de, lê jiyana mirovan jî bi awayekî radîkal guhert. Koçberiya Kawîs Axa ya bi malbata xwe re, ber bi Şêxlawê ve, di dema dagirkeriya Brîtanyayê de, beşek ji tevgera kurdan a girseyî bû. Ji hêla sosyolojîk ve, koçberî ne tenê jicîhûwarkirin e, her wiha zemînek e ji bo hevdîtin û hîbrîdasyonên (melezbûn, durehî) nû di hilberîna çandî de. Bi saya vê koçberiyê, Kawîs Axa bû xwedî ezmûneke civakî ya cuda jî.
Kawîs Axa, bi berhemên li pey xwe hiştine, ji bo tevahiya kurdan bûye çavkaniyeke çand û hunerî. Kilamên “Çemê Çetelê” û “Gênc Xelîl”, di nav berhemên Kawis Axa de derdikevin pêş. Ev berhem ne tenê kêfa estetîkî pêşkêş dikin, ew êş, koçberî, şer, pevçûnên civakî û çîrokên evînî jî vedibêjin. Hestên takekesî û bîra kolektîf di vegotinên wî de bi hev ve girêdayî ne.
Di vî warî de, Kawîs Axa fonksiyonekê pêk tîne ku dikare bi têgiha bîra kolektîf were ravekirin: Awayên ku civakê bi rabirdûyê watedar dikin û nasnameyên xwe ji nû ve çêdikin, bi rêya çanda devkî bi berdewamî zindî tên hiştin. Ew bi vegotina ezmûnên gelê kurd ên hevpar di berhemên xwe de bûye beşek ji vê bîra kolektîf.
Yek ji hêmanên balkêş ên hunera Kawîs Axa, têkiliya wî ya bi dengbêjên jin re ye. Bi taybetî piştgiriya ku ew ji dengbêj Fatmayê digire, ji hêla rolên zayendî ve girîng e. Her çend di wêjeya kurdî ya devkî de pir caran nayên dîtin jî, dengbêjên jin di veguhestina çandî de roleke bihêz lîstiye. Têkiliya di navbera Kawîs Axa û Fatmayê de nîşan dide ku zayend di hilberîna çandî de dikare hevgirtinê biafirîne, ne ku sînoran xêz bike.
Berhemên Kawîs Axa ku bi Radyoya Bexdayê tên bihîstin, nîşan didin ku bandora wî ne tenê li ser civaka wî, li ser herêmê jî heye. Her wiha ew bûye pireke çandî û neteweyî di bavbera kurdên tevahiya herêmê de. Ji bo vê jî, divê ku Kawîs Axa weke dengekî nasnameya kurdî bê hesibandin. Jiyan û hunera Kawîs Axa nîşan didin bê ka trajediyên takekesî û bûyerên civakî çawa bi hev ve girêdayî ne.
Berhemên Kawîs Axa ne ku tenê di bîra civaka kurdî ya dîrokî de xwedî nirxekî estetîk in, ew ji bo xurtkirina hişmendiya nasnameyê jî xizmetê dikin. Bi perspektîfeke sosyolojîk, mîrata Kawîs Axa bi awayekî zelal girîngiya hilberîna çandî di pêvajoyên hevgirtina civakî, bîra kolektîf û avakirina nasnameyê de nîşan dide.
Kawîs Axa ne tenê helbestvanekî gelêrî, lê ew hilgirê bîra civakî ye, ku dînamîkên dîrokî, çandî û civakî yên civaka kurdî nîşan dide. Mîrata wî ya giranbuha hîn jî di nasname û çanda kurdî de dijî.
