7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di kevneşopiya dengbêjiya kurdî de Miradê Kinê

Berhemên Miradê Kinê bi giştî li ser mijarên neheqiya civakî, şerê eşîran û evînê ne. Miradê Kinê di navbera dengbêjan de wek pirekê bi hêza deng û kûrahiya xwe ya hestiyar dilê mirovan xweş kiriye

“Gotin dengê gel e, stranên dengbêjiyê ronahiya vî dengî ne. Miradê Kinê henaseyek bû ku ev refleks ber bi wêjeyê ve bir.”

Hunermendê ku di nav gel de bi navê ‘Mirado’ tê naskirin û ji ber hostatiya hunera xwe navê ‘Mîrê Ribabê’ lê hatiye dayîn, di sala 1943an de li gundê Gera Cafer ê ku li ser bi navçeya Kerboranê ye ji dayik bû û di sala 1984an de jiyana xwe ji dest da.

Miradê Kinê di warê ribabê de ji bavê xwe Ferhat û apê xwe Reşîd hînî gelek tiştan dibe. Di 20 saliya xwe de bi keça mamê xwe re dizewice. Ew di 20 saliya xwe de bi apê xwe û xezûrê xwe Ûsiv re diçe cem xizmên xwe yên li Binxetê. Civat ji Ûsiv dipirse ka xortê li kêleka wî kî ye? Ûsiv dibêje: “Ew biraziyê min e”. Di warê ribabê de rewşa wî dipirsin. Apê wî dibêje ku “Ew dizane li ribabê bixe, lê ji ber ku şerm dike naxwaze lêxe.”Dema civak israr dike, apê wî ribabê dide Miradê Kinê.

Miradê Kinê li wir strana ‘seyrê’ dibêje. Hemû civak heyrana wî dibe. Apê wî jî ji ber vê rewşê matmayî dimîne. Apê wî pê dihese ku Miradê Kinê bi dizî li malê li ribabê dixe, xwe bi pêş ve dixe. Ji Binxetê vedigerin Kerboranê. Nav û dengê wî di demeke kurt de li Kerboran, Mêrdîn, Nisêbîn û Êlihê belav dibe. Miradê Kinê dibe hunermendê jêneger yê dawetan. Miradê Kinê heta 20 saliya xwe ji malbata xwe dûr nakeve, bi bavê xwe re diçe gundan û bi hev re stranan dibêjin.

Piştî ku di 25 saliya xwe de li Êlihê bi cih dibe, bi rêya Radyoya Êrîvanê dengê wî li herêmê belav dibe. Wî dengbêjê wê serdemê M. Arif Cizrawî nas kir û nav û dengê wî li herêmê bilindtir bû.

Miradê Kinê gelek caran diçe bajarên mezin ên wek Stenbol û Enqereyê. Xweşikbûna dengê wî û hostayiya lêxistina rîbab rasterast bal kişandiye ser xwe û piştî demeke kurt bi serê xwe li gundên Wan, Sêrt û Mêrdînê digere û hunera xwe dike. Miradê Kinê, ku pêşî stranên hostayên beriya xwe gotine dest bi stranên xwe dike. Di wan deman de ku kareba (elektrîk) û teknolojî kêm bû, mirovan dengê Miradê Kinê li ser teybê ku bi pîlê dixebitin tomar dikirin.

Miradê Kinê bi navbeynkariya Şêx Xelîl bi Wezîrê Avadaniyê yê wê demê Şerafettîn Elçî re hevdîtin kir. Şerafettîn Elçî Miradê Kinê li Enqereyê li mala xwe mêvan dike. Piştî hevdîtinan Miradê Kinê wek karmend tê tayînkirin. Miradê Kinê li Midyadê dest bi kar dike û piştî 2 salan li Sêrtê bi cih dibe. Miradê Kinê di dema karê karmendiyê de hunera xwe jî dike. Miradê Kinê di berhemên xwe de hestên erdnîgariyeke dûrketî û biêş radixe ber çavan. Ew wekî hilgirê çandê bi hilgirtina serpêhatî û hestên mirovan tevdigere.

Miradê Kinê ku tê gotin di arşîvan de bi giştî 64 kasetên wî hene deng daye van berheman:

‘Eliyê Bezo’, ‘Ax Le Nûrê’, ‘Hawer Delal’, ‘Bişarê Çeto’, ‘Emê Gozê’, ‘Ew Jî Jin e’, ‘Seyrê û Eliyê Mamed’, ‘Gewre’ û gelek berhemên din.

Miradê Kinê yê bavê 10 zarokan di sala 1984an de nexweş ket. Bi şîreta bijîşk dev ji cixareyê berdide. Rojekê dema ku li ser kar e di dilê xwe de bi janê dihese û diçe malê. Ji jina xwe avê dixwaze. Dema ku avê vedixwe dibêje ku av dewlemendiya jiyanê ya herî binirx û xweş e. Piştî demeke kin, qeyrana dil derbas kir û di 17 Kanûna 1984an de çû ser dilovaniya xwe. Gora wî li goristana Şêx Mîhemed Hîlo ya li ser rêya navçeya Tiloyê ya Sêrtê ye.

Dengbêjî hunereke devkî ye ku dîrok, çand û cîhana hestiyar a gelê kurd radigihîne. Vê kevneşopiyê erka bîranîna civakê girtiye ser milê xwe û bûyerên dîrokî, çîrokên evînî û trajediyan nifş bi nifş veguhestiye. Stranên ku dengbêj distrên bi giştî xwedî taybetmendiyên epîkî, lîrîk û destanî ne.

Miradê Kinê ku yek ji nûnerên girîng ên vê çandê ye hem bi kûrahiya hunera xwe û hem jî bi bandora xwe ya li ser civakê di çanda kurdî de xwedî cihekî taybet e.

Miradê Kinê wek yek ji pêşengên kevneşopiya dengbêjiya kurdan tê naskirin. Hunera wî bi hostatî nazikên muzîka gelêrî ya kurdî û hunera vegotina devkî li hev tîne. Di hemû jiyana xwe de gund bi gund, bajar bi bajar geriyaye û bi helbestan êş û hêviyên gelê kurd vegotiye. Stranên wî ne tenê vegotineke muzîkê ye, di heman demê de lêgerîna berxwedan û nasnameyê ye.

Berhemên Miradê Kinê bi giştî li ser mijarên neheqiya civakî, şerê eşîran û evînê ne. Ev nîşan dide ku ew ne tenê hunermendek e, di heman demê de dîroknasekî gel e.

Miradê Kinê di navbera Dengbêjan de wek pirekê bi hêza deng û kûrahiya xwe ya hestiyar dilê mirovan xweş kiriye.

Axaftina Miradê Kinê ronîkirina têkoşîna nasnameya gelê kurd e. Berhemên wî berxwedana navxweyî ya civakekê ku hewl dide di bin zextê de nasnameya xwe biparêze îfade dike.

Miradê Kinê di axaftinên xwe de bi vegotina bûyerên civakî û xalên veguherandina dîrokî ya bîra hevpar a gelê kurd parast. Mînak, berhemên wî yên ku nakokiyên eşîrî yan jî neheqiyên civakî tîne ziman, alîkariya me dike ku em ruhê serdemê fam bikin.

Di kevneşopiya dengbêjiyê de mijara evînê cihekî girîng digire. Miradê Kinê bi kilamên xwe yên ku melankolî û trajediya evînê vedibêje serpêhatiyeke hestyarî ya kûr pêşkêşî guhdaran dike.

Miradê Kinê bi tevlîhevkirina muzîka kurdî ya kevneşopî bi hêmanên nûjen re hunera xwe gihand asta gerdûnî.

Miradê Kinê ji nifşên ciwan re bû mînak û di zindîkirina vê kevneşopiyê de bi risteke girîng rabû.

Berhemên wî pirsgirêkên civakî anî bîra guhdaran û hişyarî da wan.

Miradê Kinê, wekî yek ji nûnerên herî girîng ê kevneşopiya dengbêjiya kurdî, hunera xwe kiriye dengê civaka xwe. Axaftinên wî belgeyên êş, hêvî û berxwedana gelê kurd in. Xebatên mamosteyên wek wî di zindîkirina kevneşopiya dengbêjiyê de îro nayên jibîrkirin. Mîrateya Miradê Kinê dê ronîkirina çand û hunera kurdî bidomîne.