Em mijara xwe ya li ser çandê ji herikîna dîrokê ber bi roja me ya îro ve li gorî xebatên lêkolînî û derfetan berdewam dikin û pê dadikevin. Guherînên di çand û ziman de çawa pêş dikevin? Çi dibe sedema guherînan û lazim e ku mirov li pêşberî vê yekê çawa tevbigere? Kurt be jî dixwazim balê bikişînim ser rewşa guherîna çand û ziman.
Qebûla giştî ye ku ziman û çanda Arî di serdama Şoreşa Neolîtîkê de pêş ketiye. Bêguman ev pêşketina çand û zimanê Arî bi serê xwe şoreşeke mezin a ji aliyê mirovan ve ku pêş ketiye ye. Lê dixwazim balê bikişînim ser rewşeke din. Li gel ku bingeha çand û zimanê Arî yek e jî bi demê re guherînên mezin çêbûne. Gelo çiqas pêkan e ku di serdemeke bi qasî 10-12 hezar salî çand û zimanekî hevpar ewqas cihêreng û cuda dibe? Belê, pêkan e; deh hezar sal ji bo zimanekî demeke pir dirêj e. Heta di demeke pir kurtir de jî guhertin û cudahîyên girîng dikarin di çand û zimanan de çêbibin. Carinan ji bo derketina holê ya zaravayên nû û paşê jî zimanên nû, hezaran sal hewce ne; heta du an sê sedsal jî dikarin bes bin. Ew rewş konjektora heyî wa serdemê destnîşan dike. Çand û ziman jî li gorî hewcedarî an jî ferzkirin û sebanan guherbar e.
Wekî civaka ku ji çand û zimanê Arî dema em lê dinêrin ji roja xwe ya destpêkê ya dîrokê û heta niha bi sedan ziman û çandên cuda afirîne. Li gel ku kok û çavkanî yek e jî cih û dem dibe sedem ku guherîn û cudahiyên gelekî mezin bikeve navbera wan. Dema em lê dinêrin gelek zimanên Ewropayê ji malbata çand û zimanê Aryenî ne. Di heman demê de bi dehan neteweyên li Rojhilata Navîn ji heman malbatê ne. Lê di roja me ya îro de çiqas nêzikî di navbera wan de maye, yan jî çiqas ji hev û du fêhm dikin. Berovajî wê ji hev gelekî dûr û cuda ne. Ew qas jî ji kok û rehên xwe dûr ketine.
Bêguman gelek sedemên qutbûn û guherînên çand, ziman û neteweyan hene. Em li vê derê mînakekê bidin dê sedem û pêşketinên dîrokî baş bên fêhmkirin. Bi mînakên şênber û yên dema nû em dikarin zelaltir bikin; Kesekî ji neteweya tirk di roja me ya îro de çiqasî ji zimanê sed sal berê yê neteweya xwe fêhm dike? Yan jî çanda neteweya xwe ya sed sal berê dijî. Sedemên wê jî zelal in. Guherîna desthilatiyê, guherîna şeristaniyê, yan jî guherîna pergelekê dibe sedem ku çand û ziman jî biguher in.
Dîsa dema em tên ser rewşa me kurdan jî rewşeke wiha xuya dibe. Parçebûna li Kurdistanê ji xwe mînakeke zelal e ku ew çawa li ser çand û ziman bandor dike. Heta di heman herêmê de jî hêsan e ku mirov bibîne bê ka çand û ziman çawa ji hev cuda dibin. Dîsa bîr û bawerî jî bi heman rengî. Li neteweya kurd binêrin, bi hêsanî dê bê dîtin ku bê çiqas parçebûyîneke kûr ya çand, ziman, bîr û baweriyê dijî. Ne tenê li Kurdistanê li bajarekî Kurdistanê bi xwe jî cudahiyên mezin xuya dikin. Hatiye asta ku ji hev nefêhmkirinê.
Dema em berê xwe didin dîrokê kal û pîrên kurdan ên ku li Kevana Zêrîn ango li Kurdistana îroyîn ku çand û zimanê Aryenî afirandin, hiş û hişmendiya civakî, gel û eşîrî pêş xistin dixuye ku zehemtiyên gelekî dijawar dîtine. Lê belê mirovan bi demê re li gorî xwe guherîn pêk anîne û bûne sedema cudakariya çandî, zimanî, bawerî û neteweyî. Di heman demê de ewqasî ji hev dûr ketine ku bûne dijber û dijminên hev du û qira hev û du anîn e. Di jiyana rojane de mirov gelek tiştan nabîne û ji xwe re nake xem. Lê belê ev restiyeke me ya mirovan e. Ya pêwîst ev e em ê çawa nêzî çand û zimanê xwe bibin?