Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê duh piştî hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ragihand. Bang, bi sernavê “Aştî û Civaka Demokratîk” hat weşandin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku bangekî dîrokî bû û Abdullah Ocalan hem bang li rêxistina xwe hem jî li dewlet û îktîdarê kiriye. Soruhan Oluç, wiha got: “Hêviya me ew e ku aştî çêbibe. Birêz Ocalan ji bo rêxistina xwe bangekî zelal kir. Û sedemên vê jî eşkere kir. Her wiha bang li Tirkiye, îktîdar û dewletê kir.”
Oluç, bal kişand ser aliyê bangê ku qala demokratîkbûna dewlet û civakê dike û wiha got: “Sernavê bangê jî vê nîşan dide, ‘Banga civaka demokratîk.’ Anku dibêje ‘Divê hem civak hem jî siyaset demokratîk bibe.’ Lewma jî banga demokratîkbûna dewlet û îktîdarê kir û xwst zemîna hiqûqî û siyaseta demokratîk ava bibe. Hem ji bo gelê Kurd hem ji bo gelê Tirk hem jî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn axivî. Lewma jî gelek girîng e ku ji bo demokratîkbûna civak û dewletê gav bên avêtin. Weke DEM Partiyê em jî dê di çarçoveya vê bangê de ji bo ev fikr û polîtîkayên di bangê de civakî bibin tişta dikeve ser milê xwe bikin.”
Oluç, got ku dê têkoşîna aştiyê mezin bikin û axaftina xwe ev tişt anî ziman: “Aştî dê bi her kesî bide qezenckirin. Bang, bi kelecaneke mezin hat pêşwazîkirin. Heke îktîdar û muxalefet vegere ser rêgezên hiqûqê, dê her kes pir mezin qezenc bike. Ji bo civakîbûna têkoşîn û demokrasiyê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me. Ya ku dikeve ser milê dewlet û îktîdarê ew e ku gavên pêwîst biavêje. Bi taybet jî di qada hiqûqê de divê gavên lezgîn biavêje. Hewcehî bi reform û demokratîkbûnê heye. Her ku ev gav tên avêtin, her ku di qada hiqûqê de reform çêdibin dê ji bo girtîgehan, qeyûman jî encamên xwe hebin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Ev pêvajo dê ber bi destûreke bingehîn a demokratîk û azadîxwaz ve biçe. Têkoşîna aştiyê, civakîkirina aştiyê ji şer û pevçûnan gelek zehmettir e. Lê em ê vê jî bi ser bixin.”