4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di guherîna zimên de sedemên civakî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Di lêkolînên civakî de, qada herî girîng a ku neçarî guherbariyê ye qada zimên e. Wekî hemû heyînên candar ziman jî diguherin. Civaka ku diguhere, li gor hinek hewcedariyan zimanê wê jî diguhere

Ziman wekî hebûneke candar e ku her gav pêdiviya wî bi guherînê heye û her tim li gor geşedanên civakî, çandî û aborî diguhere.

Bêguman di guherîna zimên de du sedemên bingehîn hene. Yek jê dînamîkên navxweyî û ya din jî bandora derveyî ye. Wekî hemû heyînên candar ziman jî hemû diguherin. Civaka ku diguhere, li gor hinek hewcedariyan zimanê wê jî diguhere.

Di lêkolînên civakî de, qada herî girîng a ku neçarî guherbariyê ye qada zimên e. Bi rastî pergaleke ku rasterê rê li ber guherîna zimên bigire hê nehatiye dîtin. Civaka ku dixwaze zimanê xwe tekûz bike û bandorê li zimanên din bike, divê pêşî nirxên xwe yên çandî hilberîne û amûrên zanîn û teknolojiyê li gor derfetên demê baş bi kar bîne. Guhertina zimanekî bi veguhastina peyvan dest pê dike. Pêşî bandorê li fonetîka (dengzaniya) zimên dike û paşê hemû hêmanên zimên dixe bin bandora xwe.

Em dixwazin di vê nivîsê de li ser hinek sedemên civakî yên ku bandorê li guherîna zimên dikin rawestin. Ji bo ku em derbarê guherîna zimanekî de tiştekî bibêjin, divê berî her tiştî taybetmendiyên wî zimanî û qonaxên ku tê re derbas bûne li ber çavan bigirin. Bi rastî her form, di encama xwezayî ya guherîna zimên de pêk tê.

Yek ji kevintirîn warê lêkolînê yê ku bi guherîna zimên mijûl dibe jî ravekirina avahiya zimên e. Hinek zimanzan, lêkolîner û dahûrînerên ku derbarê ravekirina qaîdeyên zimên de serê xwe diêşînin, dixwazin bi berdewamî di ziman de guhertinan pêk bînin. Tu têkiliya ku peyvek bi zorê yan bi zagon û qanûnan di civakê de were bikaranîn bi rastiya zimên re nîn e. Em vê yekê di daxwaza mamosteyên ku hinek peyvan li gor xwe diedilînin û bi xwendekarên xwe didin qebûlkirin de dibînin. Heçku peyvên di zimên de ne li gor biryar û daxwaza hinek kesan, li gor pêdiviya civakê tên bikaranîn û parastin.

Ziman her dem li gor hewcedariyên rojane û pêdiviyên civakê diguhere. Ji ber vê yekê jî divê em tenê di warê hevdemkirinê de li zimên nenihêrin. Wekî ku tê zanîn, guhertinên di zimên de ne tenê pêvajoyeke taybet a îroyîn e û ji aliyê zanistî ve jî diyardeyeke girîng e ku çend faktor tê de rista xwe bi cih tînin. Ji ber vê yekê, encameke tevlihev û tevahî derdikeve holê ku di warê zanistî de ravekirina wê zehmet e. Bi rastî derbarê sedemên guhertinên zimên de nihêrîneke hevpar jî tune ye. Gelek zimannas angaşt dikin ku hem pêkhateya navxweyî ya zimên û hem jî faktorên civakî yên ne zimanî di vir de roleke pir girîng dilîzin. Belê dîsa jî ne diyar e ku ji van herdu faktoran kîjan jê girîng e, kîjan jê serwer e.  Kesên ku faktorên civakî yên ku ji ber sedema guherîna zimên pêk tên girîng dibînin diyar dikin ku guhertinên di qada civakî de pêk tên her gav xwe di zimên de jî didin der.

Hinek kes jî girêdana guhertinên zimanî yên bi guhertinên civakê re wekî derbaskirina sînorên zimannasiyê dibînin. Herdu nihêrîn jî ji bo ravekirina guherînên zimanî ne bes in. Lewre ya yekem avahiya taybet a zimên e ku ji hêla ramanê ve tê afirandin û bi şiyana xwe ya vegotin û têgihiştinê distewe. Ya duyemîn jî balê dikişîne ser taybetmendiya ragihandinê ya ziman û şêwaza vegotina taybet a şexsî diyar dike. Bi rastî herdu hêman jî di pêkhatin û guherîna zimên de roleke girîng dilîzin. Belê bi vî awayî li ser sedemên guherînên zimanî tenê hinek angaşt tên derpêşkirin. Di nihêrînên ku derbarê guhertinên zimên de têne pêşkêşkirin de, pergaleke taybet a zimanî li ber çavan tê girtin.  Guhertin pêvajoyek e ku di pergala zimên de ji komeke qaîdeyan ên ku taybetmendiyên wate û pêkhateyên dengî li ber çavan digirin pêk tê. Bêguman, bi vê pêvajoyê re hinek encam û bandorên cuda derdikevin holê.  Guherînên zimên bi avaniya deng û wateyê dest pê dike, bandorê li her hevoka zimên dike û hinek guhertinên nivîskî jî pêk tîne.

Guherînên di zimên de wekî sê birên sereke tên diyarkirin:

  1. Taybetmendiya rêzimanî; anku guherîna fonetik (dengzanî), morfolojik (peyvzanî) û sentaktik (hevoksazî/gotinsazî). Ev guherîn bi tevahî girêdayî pergala zimên in.
  2. Guherîna semantîk/wateyî û ferhengî; daxwaza civakê ya ji bo guhertinê, li vir hinek caran rasterast/yekser hinek caran jî nerasterast/neyekser tê dîtin.
  3. Têkeliya ziman û zaravayan; rastiya ku guherînên zimanî bi sê awayan bandorê li ser ziman dike nîşan dide ku her guherinek zimanî du alî ye: Yek aliyê zimanî û ya din jî aliyê civakî ye. Di van herdu cureyên guherînan de ya girîng şert û merc in ku hem di pergala zimên de pêk tê û hem jî ji hêla civakê ve tê pejirandin. Dema ku guherînên rêzimanî û civakî tên dîtin, diyar dibe ku rolên cuda dilîzin û herdu jî di heman demê de derbasdar in.

Sedemên ku me heta niha diyar kirine hemû sedemên guhertinên rêzimanî ne. Reftara/bizava zimanî, tevgereke civakî ye û li gor hinek qaîdeyan tê tertîbkirin. Qebûlkirina nûkirina qaîdeyên navborî, bêtir girêdayî pêdivî, sûd û feydeyên civakê ne ku li gor rêzikên zimên tên edilandin. Qebûlkirina nûjeniyên di zimên de jî bi haybûna li gor qaîdeyên ziman pêkan dibe. Civak di vî warî de hinek caran gotin û bêjeyên nûjen û hinek caran jî gotin û bêjeyên klasîk/kevnare bi kar tîne.

Di pêkhatina hişmendiya zimên de du faktorên ku roleke girîng dilîzin hene. Ya yekem ew e ku hişmendiya li gor pîvanên zimên, parçeyek ji hişmendiya li gor pîvanên civakî ye û bandorê li ser vegotinê dike. Ji bo vê jî pêdivî bi haydariya norma zimanî ya pêşverû heye. Ya duyemîn jî, haydariya li gor normên civakî ku rasterê bi têkiliyên civakî yên civakên ku bi heman zimanî diaxivin ve girêdayî ye. Têkiliyên civakî jî bandorê li ser pejirandin an jî redkirina guhertinên zimanî û rêzimanî dikin. Wekî mînak; di demên awarte, qeyran û aloziyan de qebûlkirina peyvan ji demên asayî, hêminî û aramiyê hêsantir e.

Guherîna zimên rasterê bi jiyana civakî ve girêdayî ye, belê ev nayê wê wateyê ku guherîna zimên tenê yekeya dengî pêk tîne. Guherînên di fonemê (yekdengiyê) de ne yekitiya ziman xirab dike, ne jî di danûstandina civakê de zehmetiyan derdixe. Ev jî di morfemê (yekteşeyê) de dibe sedema zêdebûneke xurtir.

Wekî encam; nîşaneyên morfeme (yekteşeyê) bi piranî di paşgirên tewandî de peyda dibin û ev peydabûn wekî normên zimanî heman gavê dibin faktorên bingehîn. Aliyê vê yekê yê neyînî jî ew e ku bi taybetî hînbûna zimên û axaftinê hinekî zehmet dike. Ji aliyê din ve dema ku îro em li rewşa zimanê kurdî dinihêrin, guherînên dengnasiyê yên van salên dawiyê hem bandorkirina yekteşeyê û hem jî derfetên pêşketina zimên xurtir kirine. Têkiliyên civakî-zimanî yên ku bandorê li pêdiviya ragihandinê ya civakê dikin faktorên girîng ên encama van guhertinan in. Hemû faktorên ku li jor hatine rêzkirin, bandorên xwezayî yên têkildarî rêzimanê civakê ne ku ji hêla civakê ve hem tên pejirandin û bikaranîn û hem jî tên parastin.