Gelek gotinên pêşiyan yên ku tê de qala jinan tê kirin hene. Heta astek mezin gotinên civakê yên neyînî li ser jinan hatine gotin û pir caran ew biçûk û bêhêz dîtine. Divê gotinên bi vî rengî ji bo zarokan neyên gotin da ku ew hizra qûç di serê wan de neyê çandin.
Di wêjeya gelêrî de bandorek mezin a jinan heye. Di çîrokên gelêrî de em pir caran rola kerekterên jin dibînin, îcar ew bandora ku li derdorê dibê, dibe ku erênî be û dibe ku neynî be. Herwiha di gotinên pêşiyan de jî wisa ye. Di gotinên pêşiyan de, em dibînin ku hin gotin dema kudi derheqê jinan de tên kirin yekser em mebestê neynî tê de dibînin. Herwiha dema hin gotin tên kirin em hêz û pesnê tê de dibînin. Ji bo ku em rola jinan di gotinên pêşiyan de bibînin û nas bikin, em bibînin ka jin bi çi awayî hatiye şayisandin em ê çend gotinên ku me ji devê çend zarbêjên ji Kobaniyê girtine dahurînin.
“Jin dara şikestî ye”
Di vê gotinê de em hizira civakê ya seqet û qûç dibînin. Ji kevin de heta roja me ya îro em vê diyardeyê pir di nava xelkê de dibînin ku her tim jinan biçûk, bêhêz û bêçare dibînin. Ji bo ku em hîn zelaltir bikin em ê nimûneyekê destnîşan bikin. Di nava civakê de dema ku jinek bî dimîne; wê demê vê gotinê ji bo wê jinê dikin. Mîna ku jin ne xwedî tu rol û tu hêzê ye heke ku mêr di jiyana wê de nebe êdî ew bêarmanc û bêsûd dimîne ji xwe wek ku ji me re xuya dibe ku ev gotinek neyînî ye ku di derheqê jinan de tê kirin.
“Qîza filan kes şêr e bi heft mêran e”
Di nava kesên me yên temenê mezin de heta niha ev gotin pir tê gotin, mîna ku mêr çavkaniya pesin û hêzê ne. Jixwe ev gotin bandoreke pir cidî li ser zihniyeta zarokan dikin ji ber di zaroktiyêde her tim fêm dikin ku jin bêhêz e heta ku mezin dibin û napejirînin ku jinê wek hêzeke bingehîn a civankê bibînin.
“Peya lê ye, jin lêmişt e.”
Ji xwe mîna ku gotinên neyînî di derheqê jinê de tên kirin herwisa yên erênî jî tên gotin, ev gotina ku me destnîşan kiriye gotinek erênî ye, jixwe ev nimûne di mala me pir kesan de jî heye dema ku dayîkên me her tiştî didin ser hev da ku pê debara zarokên xwe bike.
“Jin peyê dikê wezîr jin peyê dikê rezîl.”
Ev gotin du alî ye him aliyek wê yê erênî heye û him jî aliyek xwe yê neyînî heye. Jixwe em nikarin vê yekê red bikin û bêjin ku aliyên jinan ên neyînî di jiyanê de tune ne, çawa ku di jiyanê de mêr xwedî başî û xerabî ye di heman demê de jin jî wisa ye. Meqseda vê gotinê ew ku jin dikare kurê xwe yan hevjînê xwe bi pêş bixe û di heman demê de dikare ber bi xerabiya be jî bibe.
‘Jinê dil kir, kevir qul kir.’
Dema ku jin tiştekî ji xwe re bike armanc bêguman dê bike.
“Jin hene û jinik hene.”
Di nava jiyana xwe ya rojane de em rastî vê yekê tên cara caran em dibînin ku hin jin xwe biçûk bê hêz dibînin û hin jin hene qehreman in û xwe qehreman dibînin. Ev gotin ji bo wan tê gotin.
“Mala pir jinê xerab bû ji binê.”
Ev gotin ne gotineke di cih de ye ji ber jin malan ava dikin ne ku xerab dikin lê ji bo ku jinan biçûk bixin vê gotinê dikin. Jixwe heta roja me ya îro ev diyarde pir berbelavî dema ku jinek ducanî dibe yekser hêviya anîna kurekî dikin.
“Şêr şêr e, çi jine, çi mêr e.”
Hêz û serkeftin di herdu zayendan de hene çi mêr be û çi jî jin be.
“Jin stûna malê ye.”
Ev gotin bi taybet li dayika bar dibe dema ku mal bê dayîk dimîne ji serî be tê xarê. Him zarok xerab dibin û him jî mal xera dibe .
“Mak radibe, karik li şûnê makê mexel tê.”
Ev gotin him bi rengekî erênî tê kirin û him jî bi rengekî neyînî, yanî dayîk çi be dê keç jî wisa be.
Jixwe gelek gotinên pêşiyan yên ku tê de qala jinan tê kirin hene tenê me çendek ji nava wan girtin dest û di encamê xuya bû ku heta astek mezin gotinên civakê yên neyînî li ser jinan hatine gotin û pir caran ew biçûk û bê hêz dîtine. Divê gotinên bi vî rengî ji bo zarokan neyên gotin da ku ew hizra qûç di serê wan de neyê çandin.