Pêwendiya ziman û jinê, çendî ku li gor şert û mercên jiyanê û têkiliyên civakî biguhere jî di hemû serdemên dîrokî de bi hemû girîngiya xwe roleke diyarker dilîze. Ev pêwendiya çarenîn hem di serdemên dûr û nêzîk de û hem di cîhana nûjen a îroyîn de bûye mijara nîqaşê. Çendî ku ne li gor xwezaya mirov be jî, ji do heta îro ji bo jin û mêran hin rolên taybet belê ji hev cuda hatine diyarkirin ku di ziman de jî gelek guhertin pêk anîne. Ango bandora nêrîtiya mêr xwe di ziman de jî daye der. Her gav ne wisa be jî gelek tiştên bilebat û xurt/serdest, mêrîtî û mêraniyê û yên bitebat/qels jî jinanî û jinîtiyê temsîl dikin. Bo nimûne, di zimanê kurdî de “şer” peyveke nêr e û mêr bi bîra mirov tîne; belê “aştî” peyveke mê ye û jinê bi bîra mirov tîne. Ji ber ku “derî” ji “pace”yê çalaktir e; derî nêr, belê pace mê ye. Herwiha ji ber ku “erd” kana hatinî û adaniyê ye, mê; belê ji ber ku asîman li jor e û serdestiyê bi bîra mirov tîne, nêr e. Bêguman hemû peyvên mê an jî nêr her gav li gor vê rêbazê pêk nayên. Lewre gelek sedemên din ên ku mêyîtî û nêrîtiya peyvan pêk tînin jî hene. Di vê çerçoveyê de pêwendiya jinê ya bi ziman re rasterê bi zayenda jinê û pejnkariya wê ya mirovî çandî û civakî ve girêdayî ye.
Gelek zimanzan didin zanîn ku jin di bikaranîna zimên de ji mêran pejnkartir in û zimanê xwe ne bi awayekî ketberê û qebe, bi pûşil, şerde û hestyarî bi kar tînin. Dibe ku ev rewş di civakê de wekî encama bindestî û qelsbûna jinê were şîrovekirin. Belê sedema bingehîn ne ev e. Lewre di xwezaya jinê de dilsozî, baldarî dilovanî, pejnkarî û hestyariyeke bêsînor heye. Herwiha divê were zanîn ku zimanê ku jin bi kar tîne li gor şert û mercên çandî û civakî yên ku ew tê de ye diguhere. Ji bilî wê jî mirov dikare gelek faktorên din ên wekî asta perwerdehiyê, temen, çîna civakî û paşxaneya çandî ku bandorê li zimanê jinê dikin hene.
Derbarê bikaranîna zimanê jinê de hin qalibên ku ji aliyê gelek zimanzanan ve balê dikişînin jî hene. Ji ber hin kevneşopiyên civakî gelek mirov di vê baweriyê de ne ku divê jin bêtir bi edeb û bi pîvan biaxive. Wekî din jî, ziman ji bo bidestxistina wekheviya zayendî bûye qada têkoşînê. Di çarçoveya vê têkoşînê de hewldanên kêmkirina qalibên nêr û mê di hin zimanan de zêde ne. Belê nûnertiya jinê ya ku xwe di hemû qadên jiyanê de dide der, wekî kesyatiyeke xurt, serbixwe û wekhev dibe sedem ku di ziman de peyv, têgih û pêkhateyên cihêkar bêne guhertin.Îro di têkiliya navbera ziman û jinê de hem ronîkirina rola zayendî û hem jî têkoşîna wekheviyê heye.
Ji bo jin di civakeke wekhevtir de cih bigire, divê ziman li gor vê guhertinê bişêwe were bikaranîn. Ji bo ku ziman di warê zayendî de dadmentir û bêlayantir bibe, geşedaniya hişmendiya wekheviyê ya di bikaranîna hişmendiya zimên de pir girîng e. Zêdebûna nûnertiya jinê ya di zimên de dibe alîkar ku di civakê de feraseteke wekhevtir pêk were. Ji ber vê yekê, hewldanên bikaranîna zimanê dûrî zayendperestiyê ku bi her awayî piştgirîya wekheviya zayendî dike, ne tenê ji bo jinê, ji bo tevahiya civakê sûd û siûdeke bêhempa ye.
Li hin welatên cîhanê bêtir li Ewropayê ji bo bikaranîna peyvên nêtar/bêzayend hin hewldan hene ku peyvên nû ji zimanên zayendperest ên wekî fransî, almanî û îngilîzî bên derxistin û li şûna wan peyvên zayendî, peyvên nêtar bên bikaranîn. Bikaranîna şêwaza axaftinê ya ku piştgiriyê dide wekheviya zayendî ya di pejnkariya jinê de roleke pir girîng dilîze. Lewre ji bo kêmkirina nihêrin û derbirinên zayendperestî û veguhertina pêkhateyên ziman ên ku şiyana jinê ji holê radikin, gelek înîsiyatîf hene. Ji ber ku di hin ziman û zaravayan de peyv an jî paşgirên zayendî tunene, bikaranîna peyvên zayendperest zêdetir li ser pêvajoya hişyarkirinê dimîne.
Bêguman divê di pêşketina ziman de rol û girîngiya jinê ya ji ber dayiktiyê jî neyê piştguhkirin. Lêxwedîderketina ziman hêmaneke bingehîn e ku takekes bi hawirdora xwe re di nava têkiliyê de ye û di vê pêvajoyê de erka herî mezin dikeve ser milê dayikan. Ji ber ku dayik di têkiliya civakî ya zarokan û pêşketina zimên de roleke diyarker dilîze, xwediyê erkeke bingehîn û sereke ye. Her zarok li pêşberî dengê dayika xwe hesas e; bi dengê dayika xwe aram dibe û xwe ewle hîs dike. Zarok di şêwaza axaftinê de, bi bilêvkirin û kirpandina peyvên dayika xwe dest bi têgihîştina peyvan û bikaranîna zimên dike. Derbarê vê yekê de gelek lêkolîner jî destnîşan dikin ku gava dayik bi pitika xwe re diaxive peyvên xwe bi hestyarî dubare dike û bi baldarî bi kar tîne. Ev şêwaza ragihandinê ya taybet ku wekî “zimanê dayikê” tê binavkirin, bilêvkirina peyvan û axaftina pitikê hêsantir dike da ku pitik di hemû merhaleyên zarokatiya xwe de peyvan baş fam bike û rast bi kar bîne.
Şêwaza axaftina dayikê ya li gel liv û tevgerên wê, pêvajoya têgihîştina zimanê zarokê hêsantir û lezgintir dike. Ji ber ku cerbeziya bikaranîna zimên tenê ji bilêvkirina peyvan pêk nayê, livên lêvê, bizavên dest û rû jî bandoreke xurt li ser zimanê axaftinê dikin. Dayik di axaftina xwe de li gel hînkirina peyvan, bikaranîna zimanê cestê; ango têkiliya peyvan û hêmanên jest û rû jî hînî zaroka xwe dike. Bişirînek jidil, awaza deng û awirên çavan jî bandorê li ser axaftina zarokê dike û behreya danûstendina wî/wê ya civakî pêş dixe. Dayika ku ji zaroka xwe re çîrokan dibêje û pirtûkan dixwîne jî bandoreke mezin li pêşketina ziman dike. Çîrok, hem hebana peyvan a zarokê dewlemendtir, hem xewn û xiyalên wî/wê berfirehtir û hem jî bikaranîn û famkirina rêbazên rêziman hêsantir dike.
Tiştê ku di salên ewil ên pêvajoya jiyana mirov de herî zêde pêş dikeve behreya zimên e. Di vê pêvajoyê de aktor û faktora herî girîng jî dayik e ango jin e. Nêzîkatiya dayikê/jinê ya bi dilovanî, bi sebir û hişmendî dike ku zarok hem cerbeziyên zarokê yên zimanî û hem jî têkiliyên wî/wê yên civakî bi awayekî herî baş pêş bixe. Pir girîng e ku dayik bi zanebûn bi zarokên xwe re biaxive, ji wan re çîrokan bibêje û zimanê wan tekûztir bike. Zayendperestiya zimên a der barê jinê de nîşan dide ku guhertina van pêkhateyan rasterê girêdayî veguhertina civakê ye. Ji ber ku her dayik jin e û guhertin û veguhertina civakê jî rasterê têkildarî dayikê ye divê jin/dayik wekî mamosteya civakê ya sereke bi pejnkarî tev bigere.