12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di faşîzmê de israr heye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Hinek aliyên ku meseleya kurd ji bo xwe kirine qada rantê bi şêlûkirina mijarê hewl didin ku sûdê werbigirin. Beriya her tiştî divê bê zanîn ku li holê bi navê ‘pêvajoyê’ tiştek nîn e. Di faşîzmê de israr heye.

Bi geşedanên li herêmê diqewimin ve têkildar Dewleta Tirk a dagirker û qirker jî bi armanca ku ji van guhertina sûd bigire ketiye nava liv û tevgerê. Di çarçoveya vê tevgerê de ev demeke li Tirkiyeyê rojevek heye. Ev rojeva ku bi armanca parastina deshilata AKP-MHP’ê hatiye çêkirin bi xwe re gelek nîqaşên cuda jî derdixe holê. Ev rojeva ku li dor gotinên qaşo ‘çareseriya doza kurd’ bi pêş dikevin di bingeha xwe de xapandineke mezin a deshilata AKP-MHP’ê ye û di navenda wê de jî teslîmgirtina Tevgera Azadiya Gelê Kurd heye.

Deshilata AKP-MHP’ê bi armanca ku bala civakê bikişîne ser van nîqaşên ku tên bi pêşxistin di 23’ê cotmehê de hişt ku biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan li ser navê malbatê biçe girava Îmraliyê. Anku ev hevdîtina ku li gor hiqûqa neteweyî û navneteweyî mafekî herî mirovî ye wek lutufekê anku qenciyeke mezin nîşan dan. Ev jî xwexapandineke mezin e. Jixwe derveyî vê deshilata wehş kes nikare di vê astê de henekê xwe bi aqilê civakê û raya giştî jî bike.

Bêgûman piştî 43 mehan tevî tecrîda qirkirin û êşkenceyê ya bê maf û li dijî hemû pîvanên navneteweyî agahîgirtina ji Rêber Apo xwedî girîngiyeke mezin e. Lê di vir de tiştê ku em baldar bin û balê bikişînin ser ew e ku divê ev hevdîtin ji rastiya wê neyê dûrxistin. Beriya her tiştî her kesên ku desthilata AKP-MHP’ê ji nêzîk ve nas dikin baş dizanin ku di siyaseta wê ya li dijî kurd û nêzîkatiya li dijî doza kurd de tu guhertineke bingehîn nîn e. Tevî vê siyaseta înkar û îmhayê jî piştî 43 mehan agahîgirtina ji Rêber Apo divê mirov ji têkoşîna li dijî pergala qirkirin û êşkenceyê cûdatir nenirxîne. Ez di wê baweriyê de me hemû kesên ku xwedî wijdan in ji vê hevdîtina bi Rêber Apo re ni bandor bûne û jê hêz girtine.

Di vê hevdîtinê de tiştekî din ê ku derket holê jî ew ku bandora Rêber Apo ya li ser civakê û siyaseta herêmê bû. Hemû kesên ku geşedanên li herêmê diqewimin ji nêzîk ve dişopînin ev hevdîtin bi erênî nirxandin û daxwaza rakirina tecrîdê û berdewamiya van hevdîtinan kirin. Bi taybetî kesayetên navneteweyî yên ku pêşengiyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Demokratîk’ dikin, vê hevdîtinê di çarçoveya şikandina tecrîda li Îmraliyê dinirxînin. Bêgûman têkoşîna piralî encam dide û bi ser dikeve.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker jî di ferqa vê serketinê de ye. Lewma ji bo ku destê xwe lewaz neke bi rê û rêbazên cuda ketiye nava hewldanên cuda. Di gava ewil de angaştên qaşo ‘pêvajoya çareseriyê’ diyar e weke ku tê xwestin destê wan xurt nekir. Ji ber ku ne Rêber Apo û ne jî rêveberiya Tevgera Azadiya Gelê Kurd li dijî van gotinên ku ji rastiya meseleyê dûr in nehatin xapandin. Li gel vê bang li Dewleta Tirk û hevalbendên wê kirin ku di vê mijarê de ger bi xwe bawer in divê bi awayekî aşkere navî li meselê bikin. Lê dema ku mirov li rewşê û geşadanên diqewimin dinihêre rastiya Dewleta Tirk aşkera tê dîtin.

Hinek aliyên ku meseleya kurd ji bo xwe kirine qada rantê bi şêlûkirina mijarê hewl didin ku sûdê werbigirin. Beriya her tiştî divê bê zanîn ku li holê bi navê ‘pêvajoyê’ tiştek nîn e. Her kesa/ê ku geşedanên li herêmê diqewimin û helwesta Dewleta Tirk dizanin dikarin vê yekê aşkere bibînin. Lê tevî vê jî ger îro hinek kes derdikevin û bi israr bahsa guhertinan dikin ev tê wateya guhertina rojevê. Bi rastî ger li holê guhertin hebe ev êrişên piralî ên li ser herêmên Bakur û Rohilatê Sûrî, Şengal û Başûrê Kurdistanê tên çi wateyê. Em van êrişên ku li dijî binesaziya herêmê pêk hatine di vê pêvajoyê de dikarin di çarçoveyeke çawa de bigirin dest û binirxînin? Ji xwe herî dawî şefê rejîma faşîst Erdogan jî derket û got wê êrişên wan ên li dijî herêmê dewam bikin. Ger li holê bi navê ‘pêvajoyê’ tiştek li holê heye wê demê serçeteyê Dewleta Tirk Erdogan bi çi hincetê van gotina bi kar tîne. Divê ev baş bên nirxandin û dîtin.

Li gel vê yekê di 30’ê cotmehê de şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer girtin û di 31’ê cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê ya navçeya Stenbolê kirin. Bi gotineke din şaredariya ku bi îradeya gel rêveberiya wê hatibû diyarkirin hate dagirkirin. Hinceta girtina Ahmet Ozer bi serê xwe sosret e. Li gor angaştên dozgeriyê beriya salekê Ahmet Ozer bi rêya telefonê bi siyasetmedarê kurd Remzî Kartal re axiviye. Dema ku bahsa wê tê kirin Ahmet Ozer ne şaredar weke kesekî akademîsyen dihat naskirin. Ev jî diyar dike ku Dewleta Tirk ji vê dizanî. Di demeke wisa de biryara girtinê dayîn jî ji bo hinek aliyan mesaj e. Êdî kî çawa û çi encamê ji vê derdixe dimîne li ser zanebûn û helwesta wan ya siyasî. Ger wê teslîmî siyaseta deshilata AKP-MHP’ê bibin jixwe wê bêdeng bimîne. Na, eger wê li dijî vê bêheqî û bêhiqûqiyê xwedî li hebûna xwe derkeve rêya têkoşînê jî diyar e.

Di vê çarçoveyê de mirov dema ku li geşedanên li Tirkiyeyê diqewimin dinihêre rewşeke pir aloz û tevlihev heye. Di gotinê de Erdogan û şirîkê wî yê biçûk Devlet Bahçelî xweş diavêjin ber hev, pesnê hev didin, gotinê li hev xweş dikin. Lê di pratîkê de israreke mezin di faşîzm û êrişên qirkirinê de heye. Di rewşa heyî de tiştê ku gel bi taybet jî civaka Tirkiye li bendê ye ne gotin gavên şenber in. Êdî ne rewşa Tirkiyeyê û ne jî deshilata AKP-MHP’ê dikare bi van gotinên wisa pûç dewam bike. Guherîn şert e.