11 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşên SÎHAyên Dewleta Tirk de 5 kes mirin

Navên welatiyên sivîl ên duh di êrîşa Dewleta Tirk a bi SÎHAyan a li dijî Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dayin hatin aşkerekirin.

Êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li dijî Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li ser banga Rêveberiya Xweser, bi hezaran kesên ji kantonên Tebqa, Reqa, Cizîr û Kobanê duh berê xwe dan Bendava Tişrînê. Li nêzî Bendava Tişrînê Dewleta Tirk bi SÎHAyan êrîşê welatiyan kirin. Di êrîşê de 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Navên kesên di êrîşê de hatin kuştin hatin aşkerekirin. Navên welatiyên hatin kuştin wiha ne: Zozan Hemo, Kerem Ehmed El Şihab El Hemed (Rêvebera Koma Jinan a Zenûbiyayê), Azad Ferhan Mihemed Hesan (Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê), Mistefa Ebdî û Elî Şaşo.

Li hêla din hat zanîn ku Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter di saetên serê sibehê de derdora Bendava Tişrînê ku welatî lê kom bûne, bombebaran kirin. Tevî bombebaranê jî nobeta welatiyan a li bendavê didome.