Dewleta Tirk di hefteyekê de 2 komkujî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encamê de 8 sivîl şehîd bûn. Rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan li hemberî van êrişan bê deng in.
Dewleta Tirk ji 8ê Kanûna 2024an ve êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Bendava Tişrînê zêdetir kirine.
8ê Çileyê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li van êrişan ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.
8ê çileye
Dema karwanê wesayîtên gel nêzî bendavê bû, Dewleta Tirk li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê bi balafirên bêmirov û biçek karwan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.
15ê çileye
15ê Çileyê jî Dewleta Tirk li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê kawanê gel bombebaran kir. Di encamê de şêniyek şehîd bû û 14 jî birîndar bûn.
Di heman rojê de dema ku karwanê gel ê kantona Firatê diçû bendavê, Dewleta Tirk li cihê kombûna gel da. Li wir jî 3 sivîl şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn.
16ê çileye
16ê Çileyê, balafirên şer ên Dewleta Tirk nobedarên Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di encamê de şêniyek şehîd bû, 3 jê rojnamevan 17 şênî jî birîndar bûn.