19 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşên Dewleta Tirk de 41 kes mirin 258 birîndar bûn

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşên Dewleta Tirk de ji 8ê çileyê heta 1ê sibatê 41 sivîl şehîd bûn, 258 sivîl jî birîndar bûn.

Êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 59 roj in dewam dikin. Ev êrîş bûn sedem ku zerareke mezin li gelên herêmê û binesaziya wê bê. Ji 8ê çileyê heta bi 30ê çileyê li Bendava Tişrînê 23 kes şehîd bûn, 220 kes jî birîndar bûn.

Ji 8ê çileyê heta bi 1ê sibatê li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18 kes şehîd bûn, 38 kes jî birîndar bûn. Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji 8ê çileyê heta bi 1ê sibatê (25 roj) 41 kes şehîd bûn, 258 kes jî birîndar bûn.