Ji dema ku Dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Girê Spî di cotmeha 2019an dagir kirine û heta niha, li gundên li eniyên şer yên bejahiya Girê Spî û bajarê Eyn Îsayê, sivîlan dike armanc. Di van êrîşan de bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.
Di êrîşên salekê (2024) ên li ser Eyn Îsa û gundên Girê Spî de 25 kes şehîd bû û 4 birîndar bûn.
Di 20ê nîsanê de ciwanê bi navê Hesen Mihemed Hisên El Şêx El Muxlet (27) li gundê Um El Beramîl dema ku zeviyên xwe li nêzî rêya navneteweyî av didan, bi guleyên sekvanên artêşa tirk a dagirker şehîd bû.
Di 14ê tîrmehê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafirên bê mirov ên bi çel rêya navneteweyî bombebaran kirin û di encamê de ciwanê bi navê Xalid Rida Hacî Ebdo (23) şehîd bû û ciwanê bi nav Xetab Remezan Saad (22) jî birîndar bû.
Di 1ê tebaxê de sekvanên artêşa tirk a dagirker li nêzî gundê El Şirke yê ser rêya M4 2 welatiyên bi navê Mohsen Hirêtim El Cewal (25) û Ezîz Selîbî El Nehar (23) birîndar kirin.
Di 4ê îlonê de welatiyê bi navê Atala Xalid El Atî (40) ê li gundê El Beşîr ê rojavayê Girê Spî dema pez diçêrand, ji milê xwe ve bi guleya artêşa Tirk a dagirker birîndar bû.
Di 20ê cotmehê de, gundê El Fatsa hat topbarandin. Di encamê de ji malbatekê 3 zarok; Feysel Xazî El Eqedîb, Resûl Mundî El Qedîb û Mislit Zekî El Qedîb ku temenê wan di navbera 9 – 12 salî de bûn, şehîd bûn.
8ˈê kanûnê jî dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov a bi çek gundê Misterîha yê 15 km li rojavayê Eyn Îsayê bombebaran kir û komkujiyek li dijî malbatekê kir. Di komkujiyê de 12 kes ku piraniya wan jin û zarok in şehîd bûn.
Navên şehîdên komkujiyê wiha ne:
Mihemed Îbrahîm El Îdo (70), Mistefa Îbrahîm El Îdo (50), Îsmaîl Mehmûd El Îdo (12), Hesen Mistefa El Îdo(1), Ebdulqadir Mistefa El Îdo (10), Ruqeya Osman El Îdo (45), Kewser Mistefa El Îdo (17), Newma Mistefa El Îdo (16), Zemzem Mistefa El Îdo(12), Nada Mihemed El Îdo (15), Tirkiye Mihemed El Îdo (30) û Ebîr Ehmed El Feniş (22).
10ê kanûnê Dewleta Tirk a dagirker li gundê Sifeyan ê rojavayê Girê Spî jî bi balafirên bê mirov komkujiyeke din li dijî malbatekê kir. Di encamê de Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman û du zarokên bi navê Casim Silêman û Husam Silêman, şehîd bûn.
Ji destpêka dagirkirina bajarê Girê Spî (cotmeh 2019) ji aliyê Dewleta Tirk û çeteyên wê ve 65 kes şehîd bûn û 99 kes jî birîndar bûn. Li gundên El Sefawiye, El Dibs, El Alimat, El Muşirfa û Safyan jî komkujî li dijî malbatan hatin kirin.