Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de ev agahî parve kirin: “Duh (Duşem 20ê çileyê) dema ku endamên ji bermahiyên rejîma berê û Dîfa El Wetenî hewl dan li bajarokê Zîbanê yê rojhilatê Dêrazorê tevliheviyê derxin, zarokê bi navê Ehmed Mihemed El Îzedîn El Şilaş bi guleyên wan ên serûber şehîd bû.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî û sebrê ji malbata zarok re dixwazin. Em bang li şêniyan dikin ku sebeb çi dibe bila bibe guleyan neteqînin û di belavkirina ewlehiya herêmê de bibin alîkar.”
Navenda Ragihandinê ya HSDê duh der barê bûyerên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek weşandibû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin “Şaneyên ji bermahiyên rejîma Baasê û milîsên Dîfa El Wetenî kiryarên xwe yên talaniyê li bajarokên Zîban û Teyanê yên rojhilatê Dêrazorê dewam kirin. Milîsan rêya sereke girtin û êrîşê baregehên ewlehî û saziyên xizmetguzariyê kirin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên HSDê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî wê xebatên xwe yên hevbeş bidomînin û bi rêbazên guncav dan û standinê bikin û derfetê nedin şaneyên DAIŞê ku tev bigerin.