Di êrîşan de navendek binçavkirinê, santraleke elektrîkê û hin deverên niştecîbûnê hatin hedef girtin. Li bajêr wêranîyeke mezin çêbû, televîzyona El-Massirah a nêzî Hûsiyan wêneyên ku avahî bi giranî zirar dîtine, weşandin. Li gorî rayedarên herêmî, bi kêmanî 8 kes mirin, 142 kes birîndar bûn. Rayedarên Husî ragihandin ku hê jî di bin kavilan de kesên wendayî tên lêgerîn.
Artêşa Îsraîlê jî daxuyand ku di êrîşan de “bi dehan şervanê Husi hatine kuştin, depoyên çek û dronan hatine rûxandin”. Hate ragihandin ku wê operasyon bidomin.
Ev pêşveçûn, piştî êrîşa Husiyan a roja berê bi balafireke bêpîlot li ser bajarê Eilatê yê Îsraîlê ku tê de 22 kes birîndar bûn, pêk hat. Husiyan her wiha ragihandin ku wan Caffayê bi mûşekeke hîpersonîk a bi navê “Filistîn 2” kir armanc, lê hate ragihandin ku mûşek ji hêla berevaniya hewayî ya Îsraîlê ve hatîye rûxandin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu got: “Em ê ji her êrîşê re, bersiveke bi êş bidin rejîma Husi.”
Bi şerê Xezeyê re, Husiyan êrîşên mûşek û dronan li ser Îsraîlê û êrîşên li ser keştiyên girêdayî Îsraîlê li Deryaya Sor zêde kirine. Îsraîl jî di bersivê de gelek caran li Yemenê êrîşên hewayî pêk aniye.