Rêvebirê Ofisa Medyaye ya Hikûmeta Filistinê ya li Xezeye Îsmail es-Sevabite ragihandiye ku Îsraîlê erîşî Dibistana Xelil Uweyda ya li bajaroka Beyt Hanunê ye ku Filistiniyen ji cih û warên xwe bûne lê diman kir.
Li gor ragihandina Îsmaîl es-Sevabite di êrîşê de herî kêm 43 kes mirin. Herwiha Sevabite diyar kir ku Îsrailê ji 7ê cotmeha 2023yan vir ve ji 213an zedetir stargeh kirine hedef, li Xezeye 4 wezîfedarên parastina sivîl jî kuştin û heta niha di êrîşan de 94 wezîfedar mirine.
Sevabîte got ku di êrîşên 2 rojên dawî yên li dijî Kampa Nûseyratê û Wargeha Penaberan a Bûraycê ya ku li navenda Xezeyê ye, 42 Filistînî mirin.
Hewceyê bibîrxistinê ye ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezeyê 44 hezar û 976 Filistînî ku ji wan 17 hezar û 492 zarok û 11 hezar û 979 jin in, mirin û 106 hezar û 759 kes jî birîndar bûn.