12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşa Israîlê de 23 sûriyeyî hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî avahiyeke li bajarokê Yonîn ê li başûrê Lubnanê de 23 sûriyeyî hatin kuştin. Bi vê daneyê re hejmara sûriyeyiyên di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de hatine kuştin bû 103

Şaredarê bajarokê Yonîn Elî Qesas got di êrişa Îsraîlê ya li ser avahiyeke 3 qat a li bajarok de herî kêm 23 sûriyeyî hatine kuştin ku piraniya wan zarok in. Her wiha 8 jî birîndar bûne.

Ji roja duşemê ve Îsraîl Lubnanê bombebaran dike. Di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û bi deh hezaran kes û sûriyeyiyên piştî aloziya li welatê xwe ji bo kar koçberî Lubnanê bûne, koçber bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di bombebarana Îsraîlê ya ji 72 saetan ve 103 penaberên sûriyeyî hatine kuştin. Di nava wan de 32 zarok hene.

Penaberên sûriyeyî li Lubnanê piştî destpêkirina êrişan di nava şert û mercên trajedîk de dijîn.

Bi destpêkirina koçberiyê ji başûrê Lubnanê ber bi herêmên ewle ve, pêla bihabûna kirêyan û peydakirina pêdiviyên jiyanî dest pê kir.