Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku di êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a li dijî nuqteyên li derdora gundê Fetatire yê li bejahiya başûrê Idlibê de 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bi çekên giran derdora gundên Enkawî, Qahîre, Sermaniye û Qerqor ên li rojavayê Hemayê topbaran kirin, her wiha derdora gundên Sifohin û Hilobe yên bejahiyên Idlibê jî topbaran kirin.