9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşa çeteyan de 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku di encama topbarana bêserûber a komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de hejmara kespn jiyana xwe ji dest dane bû 3 û 11 kes jî birînar bûne.

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê di derbarê bîlançoya şehîd û birîndarên topbarana komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê çêbûne de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di encama topbarana bêserûber a komên hikûmeta Şamê ya li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de wekî bîlançoya destpêkê 2 jê jin 3 kes şehîd û 11 kes jî birîndar bûne.

Topbaran û bombebarana bi dronan, gulebaranên rasterast bi seknavê û çekên doçka dewam dikin. Ev yek jiyana welatiyan dixin xeteriyê.

Berdewama van êrişan li dijî taxên niştecihan, binpêkirina qanûna mirovî ya neteweyî û sûcekî şer a zelal e.

Li gorî jêderên me, ev êriş plankirî û bi zanabûne, bi awayekî sîstematîk binesazî û saziyên xizmetguzariyê weke elektirîk û avê hedef digirin, da ku zehmetiyên welatiyan zêde bikin.”