Di encama erdheja li wîlayeta Kunarê ya Afganistanê de ku dikeve ser ser sînorê Pakistanê, li gorî daxuyaniya berdevkê Wezareta Karên Hundir herî kêm 622 kes mirin, zêdeyî hezar û 500 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa Bakhtar a fermî, bîlanço hîn şênber nebûye; tîm hewl didin xwe bigihînin herêmên çiyayî ku derfetê xwegihandina wan herêman kêm e.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAya diyar kir ku erdhej bi 27 kîlometreyan li bakurrojhilatê paytexta wîlayeta Nangahar Celalabadê bi 8 kîlometreyan li binê erdê rû da.
Paytext Kabûl jî di nav de gelek herêm bi erdhejê hesiyan; li hin herêman înternet qut bû. Tîmên alîkariyê ji bo asta xisarê tespît bikin û piştgiriyê bidin mexdûrên erdhejê, kar dikin.
Afganistan li rêzeçiyayên Hindukuş e ku plakayên tektonîk ên Avrasya û Hint lê digihêjin hev, lewma gelek caran erd lê diheje.