Dozgeriya Amedê têkildarî doza qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ku di 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çuliyê yê bi ser navçeya Rezana Amedê ve winda bûbû û di 8ê Îlona 2024an de cenazeyê wê li devê çemê li bin gund hatibû dîtin, mutalaya xwe pêşkeşî 8emîn Dadgeriya Cezayê Giran a Amedê kir.
Eren: Em ê edaletê ji Narînê re bixwazin
Ji parêzerên dozê Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê Xê ev agahî belav kir û da zanîn ku dozger ji bo her çar bersûcan cezayê muebeda girankirî dixwaze. Eren têkildarî mijarê ev twît belav kir: “Dozgerê Komarê îro têkildarî dosyeya Narînê ya li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, mutalaya xwe pêşkêş kir. Dozgeriyê di mutalayê de ji bo her çar bersûcan cezayê muebeda girankirî xwest. Di 26ê Kanûnê de ji bo em bibêjin ji Narînê re Edalet, em ê li eywana 8emîn Dadgeha Cezayê Giran bin.”