Danişîna 19’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 17 jê girtî bi giştî 108 kes ji ber çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn lidarxistin tên darizandin, li Eywana Danişînan a Girtîgeha Sîncanê hatibû lidarxistin bi rûniştina 8’an bi dawî bû.
Wê biryara DMME’yê wergerînin tirkî
Di danişîna Doza Kobanê de şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di 8’ê mijdarê de der barê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag de biryarek dabû. Parêzerên Yuksekdag xwestin ku dadgeh biryara DMME’yê jî têxe nava dosyayê. Dadgehê jî daxwaza parêzeran qebûl kir û biryar da ku ji bo wergera biryara DMME’yê ji Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê re muzakere were nivîsandin.
Şandeya dadgehê di rûniştina du hefteyan de hemû îtîraz û daxwazên siyasetmedar û parêzeran ên der barê rêbaza mutalaa û darizandinê de red kir û biryara berdewama girtina siyasetmedaran da.