5 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di dergûşa şaristaniya Amedê de Peyas

Hogir Berbir

Pirsgirêkên ku navçeya Peyasê di ciwanî û jiyana bajarvaniya xwe de rû bi rû dimîne, bandorê li navçeyên Bajarê Nû û Rezan jî dike û navçeya Surê jî  dorpêç dike û pê re dihele. 

Di salên 1990’î de piştî bûyerên şewitandina gundan, yek ji bajarên girîng Amed bû. Amed bi lez û bez pêş ket. Mezin bû û di vê serdemê de nifûsa wê zêde bû. Bi taybetî sedem û armanc kirina bûyeran hişt ku mirov ji gundan ber bi navendên bajaran ve koç bikin. Vê pêvajo şer bandor li pêkhatinên nifûsa wê kir û rê ji têgihîştina bajarvaniyê vekir. Têgihîştina bajarvaniyê ya Amedê ji nav bircan derbas bûbû ku li cihên niştecihbûnê yên biçûk ên li derdora bajêr belav bû. Ji derveyî navçeyên mîna Bajarê nû û Rezan, bi giranî navçeya Peyasê yek ji herêmên ku di bin bandora van geşedanan de bû û pêşket.

Peyas gundekî girêdayî navenda Amedê bû. Di sala1991’ê de hejmara nifûsa Peyasê ji 3 hezaran derbas kir û wiha gav ber bi nehyebûnê ve avêt. Di heman wextê de şaredartî bi dest xist ku bi Şaredariya Bajarê Mezin ve hat girêdan. Bi Qanûna Rêveberiya Herêmî ya sala 2008’an qedera Peyasê careke din hate guhertin. Di çarçoveya vê qanûnê de bû sedema guhertinên mezin ku gelek gundên derdorê bi Peyasê ve bêne girêdan û bibin tax. Bi pêkhateyên erdnîgarî û îdarî re ev yek li Peyasê û gundan gencînebûnek bi xwe re anî.

Li gorî îstatîkên fermî hejmara nifûsa Peyasê di sala 2023’an de gihîştiye 425 hezaran. Ev mezinbûn bû sedem ku Peyas li gorî bajar û bajarokên din ên Amedê, di warê nifûs û erdnîgariyê de zêdetir û firehtir bibe. Şaredariya Peyasê di vê pêvajoya geşbûn û pêşketinê de roleke girîng lîst û tê diyarkirin ku ji gelek bajar û bajarokên di bin desthilatdariya tirkiyeyê de ne mezintir e. Her wiha cîranê navçeyên Bajarê Nû û Rezan e. Ji ber ku di navbera riyên ku ji Amedê diçin bajarên mîna Xarpêt û Rihayê de cih digire, xwedî girîngiyek e stratejîk e. Bi dîroka Amedê ya kevnar re dibe navçeyek e pir nû û ciwan e.

Hinek bajar hene dîroka wan tune ne, ji ber ku mîna emrê mirovên nû cîwan e. Hinek bajar jî hene ku dîroka wan pir kevnar e û cihê dîrokî ne, ji ber ku zanyar jî nizane û nikare bîne zaman ku van bajaran çi wext û ji teref kê ava bûn e. Amed ku bi dîroka xwe ya kevnar û kûr tê naskirin; li bajêr şopa gelek şaristaniyan ku heye, di dîrokê de bûye navendek e girîng a çandî û bazirganiyê. Lê Peyas di nava vê çand û bazirganiya Amedê de hîn wek wargehek e nû tê hesibandin, ku radeya çand û bazirganiyê ya bajêr ji astekê wêdetir bê hemdê xwe derbas kir, derî û qonaxên nû ji bajêr re vekir.

Digel ku bajar ji tomarên bi dîrokê re ku dîroka wê ya kûr, ji dîmenên kevnariya wê xwe vedigire, niştecîh bûn li gor vê nehat araste kirin û vehewandin, li gor sazîbûna pargala serdest û aranjmanên nû bi pêş ket. Li nava bajarên wek Amedê, Peyasê tê de dibe cihê têgihiştin û hevdîtinên cuda yên ber bi metropolbûnê ve biçe û dîrokê di nava vê dîmena han de bifetisîne. Her çi qas bi navê Amedê bê bilêvkirin jî, bi navçeya Peyasê re şopên dîroka kevn û nû ku hildigire nava xwe, di nava erdnîgarî û çanda heyî de dîmena bajêr bi derûniyeke tevlihev û şopek nediyar ku dertê, li dewsa xwe dihêle.

Di vê çarçoveyê de Amed bi rûyê nû Peyasê re, bi nav weke bajarekî him hêmanên kevnar û him jî yên nûjen ku tê te hesibandin, rabirdû û îroyînbûna bajêr, ji bo têgihiştina nasnameya wê, bi pêvajoya pêşveçûnê re qandî ku giring e, dibe xwedî nasnameyek tevlihev û aloziyek e mezin.

Qaşo bi şoreşa çandî û pêşveçûna bajêr re derket holê ku ji spehîbûn û xweşbîniya wê wêdetir, weke navendeke aborî, civakî û çandî rê li ber bisaftin, gendelîbûn, mekanên fihoşiyê û cûdabûna nasnameya xizan û feqîriyê afirand û da der ku ev pêşketin jî bi destê pêkhateyên civakî û şêwazên rêveberiyên herêmî ve hat angaştekirin. Li bajêr yekem faktorên wekî bazirganî, pîşesazî û têkiliyên civakî wiha roleke girîng lîst û ji faktoran dirûvê nasname û çanda bajêr hate gûhertin.

Bajar li gor çarçoveya pergala desthilatdar bû navenda hêza têkçûna nasnameya siyasî, çandî û aborî. Mekanên dîrokî, çandî û pirengî bû mekanên kêf û şahî û jiderehlaqî û bi xwe re dejenerebûn û mekanên seyranîbûnê anî. Ket rewşek wiha ku êdî tiştekî aîdî nasname, çand, dab û nêrîtên bajêr neyê bikar anîn. Her mekan îro ji alî xwediyê vê nasnameya denejerebûyî ve hatiye dagirtin û bi xwe re berê xwediyê nasnameya esil jî daye wan mekanan û nasnameyeke bisaftî afirandiye.

Berfirehbûna jiyana bajêr wiha di pêkhateya civakî, aborî û çandî de bû sedema guhertinan. Pirsgirêkên wekî newekheviyên di nava civakê de ku veqetandina aborî û eroziya çandî bandoreke neyînî wiha li kalîteya jiyana bajêr kir. Bi van guhertinan cudahiyên mezin di navbera bajêr de çêbûn û ev yek bû sedemê yekbûna bajêr zehmet bike.

Kesên ku ji herêmên cûda û gundewarî ber bi bajêr ve hatin e, di adaptekirina jiyana bajêr re wiha zû bi zû zehmetiyan nakişîne. Di proseya adaptasyona bajêr de aîdî nasnameya xwe tiştekî nabîne ku ya heye jî bang hest û ajoyên wan dike. Him takekes û hem jî civak bi bajarîbûnê re dibe sedema pirsgirêkên wiha cûda bijîn. Bi gelemperî li bajêr bi avakirina torên têkiliyên nefermî, rê li ber pêkhatina çanda hevpar a bajarîbûnê digire û parastina adet û nirxên jîngehî di pêvajoya entegrasyona bajarîbûnê re dibe sedema dejenerasyona çandî ku bi kesayet re xwe li ser lingan bihêle. Kesên bi eslê xwe xwedî nasname ne, dibe ku bi dûrketina ji çanda bajarî nirxên xwe yên kevneşopî biparêzin. Lê ev heta cihekî dikare biçe û kesayet bi kêmbûna cihêrengiya çandî û bêahengiya civakî re dibe sedema ku bihele.

Pirsgirêkên ku navçeya Peyasê wiha di ciwanî û jiyana bajarvaniya xwe de rû bi rû dimîne, bandorê li navçeyên cîran ên weke Bajarê Nû û Rezan jî dike, ku navçeya Surê jî  dorpêç dike û pê re dihele; zehmetiyên mezin bi xwe re diafirîne û pirsgirêkên bêahengiya civakî ji derveyî nasname û çanda wê ya qedîm dide jiyîn. Van pirsgirêkan ji bo nasnameya bajêr ya esil zehmetan derdixe ku kesayet bi awayekî serkeftî nikare tevlî jiyana bajarî ya kurdeyatiyê bibin û dibe sedema tengasiyên civakî bi xwe re bide jiyîn.

Ev bar îro dikeve ser milê damarên wê yên xwecihî, rêveberên herêmî ku bajêr li gor dab û nêrît, çand û nasnameya wê biparêze. Her cih, war û qadî li gor nasnameya wê adapte bike, bixemilîne û ragihîne. Bi taybetî Şaredariya Bajarê Mezin û ya Peyasê ku ji bo pêşerojê, ji bo çanda xwecihî ya bajarvaniyê da ku biafirîne, hewcedarî bi gav avêtinên stratejîk û entegrasyonên bi kalîte heye ku ev jî bi rêvebirinek e bi bandortir pêkan e. Gerek ev neyê jibîr kirin ku bajar di dîrokê de bûne navendên girîng ên pêşketina civakî û îro jî dikare vê rola xwe bileyze. Her faktorên li gor kevneşopî û çanda bajêr ya xwecihî bê meşandin, wê bibe sedema pirsgirêkên cihêreng ên civakî, aborî û çandî bi xwe re çareser bike. Û pirsgirêkên wekî gendeliya çandî bi van gavavêtinan wê pêdiviya pêşkeftina çareseriyan bi xwe re bîne, bajêr ji tevliheviya heyî xelas bike û lihevhatîtir bibe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê