5 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di civîna komîsyonê de krîza girtekan derket

Di civîna 19an a komîsyonê de li ser parvekirina girtekên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re krîzek derket.

Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî, bi rojeva hevdîtina heyeta komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 24ê mijdarê de li Girava Îmraliyê pêkhat civîna xwe ya 19emîn li dar xist. Di rûniştina yekem a civînê de endamên komîsyonê yên partiyên siyasî li ser rapora amadekirinê pêşniyar û fikrên xwe anîn ziman.  Civîna komîsyonê di rûniştina 2emîn de endamên komîsyonê Serokwekîla Koma Meclîse ya DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyigit, Cigirê Serokê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê AKPê Huseyîn Yayman ku çûbûn Îmraliyê hurguliyên hevdîtinê di civînê de endamên komîsyonê re parve bikin berdewam kir.

Girtikên hevdîtinê nayên parvekirin

Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş diyar kir ku girtikên hevdîtinê nayên parvekirin û got ku wan derbarê hevdîtinê de mijarên sereke hatine axaftin tomar kirine û şûna girtekan ev dê bên xwendin.

Li ser vê yekê partiyên siyasî jî îtîraz kir. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî CHP û SAADETê îtîraz kir û xwestin bi awayekî şefaf girtekên hevdîtinê bên parvekirin. Endamê komîsyonê yê DEM Partî Sarûhan Olûç destnîşan kir ku parvenekirina girtekan ji bo pêşvêçûna pêvajoyê pirsigirêkan derdixînê û xwest girtek bên parvekirin. Sarûhan Olûç pirsî got, ‘Ev kurte kê nivisiye, bi çi hişmendiyê nivisiyê em nizanin û got ku weke endamên komîsyonê tiştekî ku divê ew bizanibin ji wan û raya giştî tê veşartin û ew vê yekê qebûl nakin.”