Civîna çaralî di navbera cîgirên wezîrên karên derve yên Sûriye, Rûsya, Îran û dewleta tirk de bi rê ve çû, ku her aliyek ji wan giringî da berjewendiyên xwe.
Li gorî nûçeya ku Gîvara Şêx Nûr ji ajansa ANHA’yê re amadekiriye civîna çaralî bi daxuyaniyeke giştî bi dayîna daxuyaniyekê ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cîgirên wezîrên Karên Derve yên 4 dewletan di civînê de li ser domandina peywendiyan li hev kirine.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand, tê de destnîşan kir ku beşdaran rasterast û bi awayekî diyar nêrînên xwe aşkere kirin û li ser domandina pêwendiyan li hev kir.
Wezaretê piştrast kir ku di danûstandinan de lidarxistina civîna Wezîrên Karên Derve yên her çar dewletan hatiye gotubêjkirin.
Girêdayî mijarê, rojnameya El Weten a bi ser hikumeta Şamê ve ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, destnîşan kir ku Moskovayê xwestiye ku civîna wezîrên her 4 dewletan li dar bikeve û pêşniyar kir ku ew civîn di rojên duşem û sêşemê de bê lidarxistin.
Tiştê balkêş di vê civînê de ew e ku dewleta tirk tu daxuyanî yan jî merc der barê civînê de nedan. Hemwextî wê jî Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Eymen Sosan ji bo vegerandina têkiliyan di navbera herdu dewletan de merc danîn.
Şertên hikumeta Şamê wiha ne; divê artêşa dewleta tirk ji xaka Sûriyeyê derkeve û Enqerê piştgiriya ku ji bo çeteyan pêşkêş dike rawestîne. Lê belê hin çavkaniyên dîplomatîk ên rûsî destnîşan kirin ku tiştê ku ji vê civînê tê hêvîkirin ew e ku civîna Wezîrên Karên Derve bên lidarxistin û li ser wê esasê, bigihêjin lihevkirinan da ku serokên her 4 dewletan li hev bicivin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî 40 rojan dê hilbijartinên seroketiya Tirkiyeyê dest pê bikin, ji ber wê jî Rûsya hewl dide ku Erdogan di hilbijartinan de bi ser bikeve. Lê belê Beşar Esed vê yekê qebûl nake û naxwaze bi serokê AKP’ê re tu lihevkirinan pêk bîne.
Gelek sedemên sarbûna hikumeta Şamê ya li hember mijara lihevkirina bi dewleta Tirk a dagirker re hene, yek ji wan ew e ku Esed – ê ku ji 12 salan ve ji aliyê dewletên ereban ve hatibû dûrxistin – dibîne ku lihevkirina bi dewletên ereban re ji ya bi dewleta Tirk a dagirker re baştir e.
Lê belê Îran – tevî piştgiriya wê ya devkî ji bo lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta tirk de dilgiran bûye ji ber ku ew sala borî ji civîna wezîrên parastinê yên Sûriye, Tirkiye û Rûsyayê hatibû dûrxistin. Hin rapor diyar dikin ku Rûsya hewl dida ku li şûna Îranê Îmarata Erebî beşdarî civînan bike, ev jî dilgiraniya Îranê derxist holê û wê zext li hikumeta Şamê kir ku civînê dereng bixe.
Îran ne li dijî nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta tirk e lê belê naxwaze tu çareseriyeke siyasî li ser hesabê hegemoniya wê ya li Sûriyeyê pêk were.
Li gorî raporan, piştî ku Rûsya di şerê li dijî Ukraynayê de balafirên bêmirov ên Îranê bi kar anîn, Kremlin neçar ma ku xeta dûrxistina Îranê, biguhere. Îmarat ji danûstandinan dûr xist û Îran tev lê kir. Ruxmî wê jî, asta tevlêkirina Îranê di danûstandinên duh de kêm bû û ev destnîşan dike ku pêşbînên Rûsya bi temamî pêk nehatin.