12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di çîrokên gelêrî de jin

Necah Îbrahîm

Di wan çîrok û gotinên pêşiyan de timî zilm, bêmafî, lêdan, mayîna li malê û neaxaftin bi jinê dane qebûl kirin. Ji ber vê yekê jî jinê xwe her tim kêmî zilaman dîtiye û bêyî wan nikariye gavekê heta ber derê mala xwe biavêje.

Pêşgotin: Gava ku mirov folklora kurdî anku zargotina  kurdî lêdikole dibîne ku jin geh bûne kirdeya wêjeya devkî geh jî bûne biresera wê. Jinan hem wêjeya devkî saz kiriye hem jî di wêjeya devkî de kesayeta jinê hatiye şayesandin. Jin hem bi qencî hem jî bi xirabî hatiye şayesandin û vê yekê bandoreke bêhempa li bîr û rewşa civakî kiriye. Ji ber vê yekê mijara kurtelêkokîna me dê li ser kesayeta jinê ya di çîrokên gelêrî de be.

Armanca lêkolînê: Armanca lêkolîna deşîfrekirina çîrokên gelêrî û li rex wê naskirina aliyên jinê yên di çîrokan de û naskirina bandora vê yekê ya li civakê ye.

Sînorê lêkolînê: Sînorê lêkolînê gundekî girêdayî bajarê Kobaniyê, gundê Ziravikê ye.

Metoda lêkolînê: Bêguman ji bo ku her xebateke lêkolînê metodeke guncav e, ji bo lêkolîna me jî dê metoda analîzê guncav be.

Çîrok: Wêjeya kurdî ya gelêrî gelekî dewlemend e, xwediyê gelek şax û cureyan e. Destan, zêmar, efsane, mamik, zûgotinok, kilam, çîrok û hwd.

Çîrok, cureyek ji folklora kurdî ya devkî ye. Çîrok ji aliyekî ve hînkar in, ji aliyekî ve dihêle mirov bifikire, ji aliyekî ve jî şîretkar in. Di çîrokan de bi piranî kes/leheng (car caran lehengên çîrokan ajal in) derasayî ne, xwedî hêzên deraqilî ne. Mijara çîrokên gelêrî xeyalî ne, ango tiştên ku nehatine bihîstin mijara çîrokên gelêrî ne. Herçiqas mijara çîrokên gelêrî xeyalî be jî bingeha xwe ji jiyana civaka kurd girtiye û li ser êş, azar, kul, serpêhatî, xewn û xeyalên civaka kurd hatine ristin. Çîrok, di şevên zivistanan de li ser lêvên çîrokbêjan bi sedan salan rêwîtiya xwe domandine, ji nifşekî gihîştine nifşekî din û bi vî awayî hetanî îro hatine (Bozkoyun, 2015, r. 17).

Bajarê Kobaniyê

Piştî ketina osmaniyan û di dawiya şerê cîhanê yê yekem de, ji aliyê fransiyan ve li ser çemekî di navbera gundê Kaniya Ereban û gundê Kaniya Murşid de, bajarê Kobaniyê hatiye avakirin. Navê bajarê Kobaniyê ji navê fransiyan ku di destpêkê de li vê şûnê kiribû ‘Companie’ hatiye. Li gor osmaniyan navê wî cihî ‘Arabpînarî’ bû û navê erebî ‘Eyn El Ereb’ ji Arabpînar hatiye, wergera wî jî bi kurdî Kaniya Ereban e. Kaniya Ereban ew çemê ku îro li şûna wî rojhilatê bajarê Kobaniyê ava bûye. Ji ber ku di demsala havînê de, koçerên ereb pezê xwe lê av didan, lewra navê Kaniya Ereban lê hatiye kirin.

Ev bajar weke nav nû ye. Beriya ku sînorê Serxet û Binxetê çêbibe ji vî bajarî re digotin ‘Deyşta Sirûcê.’ Li ser Deşta Sirûcê gotineke pir bi wate heye. Dibêjin: “Deşta Sirûcê, embara mêran e”. Bingeha vê gotinê jî vedigere lehengî û wêrekiya egîdên Deşta Sirûcê. Li gor ku pêşiyên me dibêjin li vî bajarî egîd hebûn, ew egîd ji ber lehengiya xwe di nava gel de xwedî nirxekî mezin bûn û navê wan gihiştiye îro. Ji aliyê rewşa civakî ve bajarê Kobaniyê xwediyê gelek edetan e. Yek ji wan edetan mêvanperweriya wan e, herwiha gelek bi çanda eşîrtiyê ve girêdayî ne (Soreklî, 2011, r. 22).

Di çîrokan de jin

Kesayeta jinê di çîrokên gelêrî de weke nimûne çîroka ‘Dîk û pîrê’:

Kurteya çîroka ‘Dîk û pîrê’:

Di vê çîrokê de pîrek heye û dîkek heye. Pîr coniyê xwe datîne û danê xwe dikute, dîk tê û dinikê xwe di hebek danê pîrê de dike û dixwe, di wê demê de pîr mêkûtî li çavên dîk dixe  û çavê wî dirijîne, dîk jî ji bo ku tola xwe ji pîrê hilîne, diçe zozanan û li çareyeke tolhildanê digere. Di wê gera xwe de rastî gelek lawirên wek mar, dipûşk û hecleglegan tê û wan lawiran bi xwe re dike heval û vedigerin tên mala pîrê. Pîr jî dike ku hinek nanê sêlê bipêje, dema ku pîrê tê ku ji bo agir qirşikan kom bike dûpişk pê vedide. Pêşiya xwe ber vi dîregê ve dike vê carê jî mar pê vedide. Wê demê dixwaze ji xwedayê xwe pirs bike ka wê çi guneh kirine, serê xwe ber bi jor ve radike û ber xwedayê xwe digere, heclegleg ku li ser banî ye zîmekê bi ser çavan de dike û çavên wê dirijîne

Şiroveya çîroka ‘Dîk û pîrê”:

Kurdan di nava çanda xwe de bi gelek awayan behsa jinê kirine. Jin geh bi awayekî baş û geh jî bi awayekî nebaş hatine şayesandin.

Jinan heta astekê di wan deman de li wan nerînên erênî û neyînî li ber xwe nedaye û jiyana xwe bi gotinên pêşiyan, çîrok, nifir, lav, stran û destanan derbas kirine û nifş bi nifş anîne.

Di wan çîrok û gotinên pêşiyan de timî zilm, bêmafî, lêdan, mayîna li malê û neaxaftin bi jinê dane qebûl kirin. Ji ber vê yekê jî jinê xwe her tim kêmî zilaman dîtiye û bêyî wan nikariye gavekê jî heta deriyê mala xwe biavêje. Ji ber vê di gelek gotinên pêşiyan, kilam û çîrokan de jin bi kirêjî hatiye şayesandin.

Di gotinên pêşiyan de dema ku tê gotin: “Ê ku li qîza xwe nexe, ê li çongê xwe xîne.” Bi vê gotinê diyar dibe ku lêdana jinan, sînordarkirina jinan a di kiryarên baş de ye. Herwisa di kilamên şahiyê de bi taybetî di yên girêdayî kevneşopiyên dawetan de, jin bi xwesûya nebaş û çavsor hatiye şayesandin. Ev jî mînaka vê yekê ye. “Zava tê ye ji reqê, zêrê sor çekre reqê, xwesî ji ber diteqê.” Herwiha di çîrokên gelêrî de jî ev yek xwe pirtir dide pêş. Di hinek çîrokan de, jin wekî pîrebokan hatiye şayesandin, hinek caran wekî zindiyeke hov hatiye şayesandin, mînaka wê jî ‘pîra morxwir’ e. Di çîroka pîrê û dîk de jin, bi xirabî û kirêtiyê hatiye şayesandin. Di vê çîrokê de jina ku temenmezin e bi kirêtiyeke mezin hatiye şayesandin. Dema ku tê gotin “(Pîreke nola min hebû) coniyek danî xwe kirêkê, çû dên bikutê, dên bikutê, dîk hat hebek danî pîrê dinikê xwe tê da lêxist, rivand. Ê pîrê mekut avîtêkê çavê wî kor kir, rijand. Dîk çû, çû dî dimûşkeke wê vê.” Bi vê yekê zilma pîrê ya li lawirê bêzar û ziman hatiye şayesandin. Herwiha ji ber vê zilmê gelek lawir bi dîk re radibin tolhildanê û dixwazin li hemberî zilma pîrê serî rakin.

“Mê’ir go:

-Dîko! dîkir axa, çeng spî, tifang li pî, ti kuda darê?

Go:

-Wela darime zozanê, bixwim çayîr û çîmanê, pîrê ra wunim ecêb û ilameta giranê.

Go:

-Ti mi jî xwe ra nabî?

Go:

-Meş!”

Di dawiya çîrokê de jî lawir yekitiyê çêdikin û tola pîrê ji dîk hiltînin û pîr têk diçe.

“Heclegleg hilkşiya der xanê pîrê, mê’ir xwe li kutîk gerand, dimûşkê xwe kire nêv kêsê. Pîrê çû çîşkek hevîrî xwe strand, çû di sê nankê xwe bikê, dimûşkê çist di pêçê dada, pîrê destê xwe avîte kutîk mê’ir jî çist pê dada.

Pîrê go:

-Ho Xwedêyo mi te çikiribû eceb?

Heclegleg çirt û zîçek dêv da kir.”

Bandora çîrokê li ser rewşa civakî:

Di temenê zarokatiyê de dema ku qala jinên temenmezin anku pîran tê kirin tirsek dikeve dilê zarokan ev yek jî ji vê yekê hatiye; dema ku çîrokên wiha ji zarokan tên gotin dikeve bîra zarokan ku pîr kesên nebaş in. Herwiha pîr her tim bi xirabiyê hatine naskirin wek xwesûyek nebaş, hevjînek nebaş, keçikek ku li ser malbata xwe bargiranî ye. Bi vê yekê û bi vegotina van çîrokan nebaşiya jinê di bîra civakê de hatiye binecihkirin û nifş bi nifş berdewam kiriye.

Encam: Di dawiyê de em digihijin wê encamê ku bi riya çîrokan gelek hizir û îdeolojî li ser civakê hatine sepandin û bandoreke bêhempa li ser civakê hîştine. Bi vê yekê kesayeta jinê nebaş hatiye şayesandin.

Çavkanî:

3 Bekirê Soreklî, Ş. (2011, 1ê Sibatê). Kobanî. Dilname, h. 33. 22, 23.

3 Bozkoyun, M. (2015). ÇEND ÇÎROKÊN HERÊMA ŞÊXAN. (Teza lîsansa bilind a çap nekirî). Bîngol.

3 ÇD: Diyaidên Ibrahîm, xwende. (Temen 56, 5.10.2024. gundê Ziravikê, Kobanî).

Pêvek:

Çîroka ‘Dîk û pîrê’:

Çi hebû çi tinebû!

(Pîreke nola min hebû) coniyek danî xwe kirêkê, çû dên bikutê, dên bikutê, dîk hat hebek danî pîrê dinkê xwe tê da lêxist, rivand. Ê pîrê mekut avîtêkê çavê wî kor kir, rijand. Dîk çû, çû dî dimûşkeke wê vê.

Dimûşkê go: “Dîko! dîkir axa, çeng şpî, tifang li pî, ku da darê?

– Pîrê sebe hebek dan çavê mi kor kir,  rijand.

Wê da çû, dî me’irekî wê vê.

Mêir go:

-Dîko! dîkir axa, çeng spî, tifang li pî, ti ku da darê?

Go:

– Wela darime zozanê, bixwim çayîr û çîmanê, pîrê ra wunim ecêb û ilameta giranê.

Go:

– Ti mi jî xwe ra nabî?

Go:

– Meş!

Dimûşk û ewê vê ra bi têketin, wê de çûn, dî hecleglegek wî vê, ser xwe da dihonijê.

Heclegleg go:

-Dîko, dîkir axa!

Go:

-Çeng spî, tifang li pî, ti ku da darê?

Go:

– Wela darime zozanê, bixwim çayîr û çîmanê, pîra ra wunim ecêb û ilameta giranê.

Çû, wî jî go:

– Mi jî bi xwe ra nakî?

Go:

-Meş!

Heclegleg hilkşîya der xanê pîrê, mêir xwe li kutîk gerand, dimûşkê xwe kire nêv kêsê. Pîrê çû çîşkek hevîrî xwe strand, çû di sê nanke xwe bikê, dimûşkê çist di pêçê dada, pîrê destê xwe avîte kutîk mê’ir jî çist pê dada.

Pîrê go:

-Ho Xwedêyo  mi te çikiribû eceb?

Heclegleg çirt û zîçek dêv da kir.

Çîrok çû zemana, rihme li bavê gudara.