17 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di cejnê de jî aqûbeta xizmên xwe pirsîn

Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ji ber ku goreke ku ziyaret bikin nîn e, ji ber vê qet cejn pîroz nekiriye û li Qada Galatasarayê hezkiriyên xwe bi bîr tînin.

Dayikên Aştiyê bi boneya aqûbeta windakiriyan bipirsin, di hefteya hezar û 54’an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ku li Qada Galatasarayê kom bûn, vê hefteyê aqûbeta Veysel Guney ê di serdema darbeya 12’ê Îlonê de hat girtin û piştre hat darvekirin pirsîn.

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu jî beşdarî daxuyaniyê bû. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Zeynep Yildiz, anî ziman ku xizmên girtiyan gora zarokên wan ên ku di Cejnan de biçin ziyaret bikin tune ye û wiha got: “Dayik ji bo qurnefilê dînin ser gorên xizmên xwe tên Qada Galatasarayê. Veysel Guney ê 24 salî di serdema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de winda kirin. Di 28ê kanûna 1980’yî de li Dîlokê bi ser mala wî de girtin û binçavkirin. Li 2’yemîn Dadgeha Leşkerî ya Awarte ya Herêma Edeneyê hat darizandin. Danişîna ewil di 6’ê sibata 1981’an de pêk hat. Herî dawî di 10’ê Hezîrana 1981’an de ceza kirin û li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê darve kirin. Piştî darve kirin cenazeyê wî winda kirin. Serbaz Burhan Erdem belgeya bi hêjmar 266’an dan û gotin me cenaze daye. Lê cenaze teslîmî malbatê nekirin. Malbat û xizmên Guney bi salan li cenaze geriyan. Lê hîn ne cenaze û ne jî gora Veysel Guney li holê heye. Veysel Guney darve kirin û cenazeyê wi winda kirin.

Piştî çalakiyê Dayikên Şemiyê qurnefil danîn Qada Galatasarayê û belav bûn.