Erbane amûreke lêdanê ye ku ji malbata defê ye. Erbane ensturmaneke girîng a muzîk û rêûresman di çandên kurdî û baweriyên Aryenî de ye.
Di çandên bawerî, hunerî û manewî yên civakan de hin enstumanên ku bûne remz hene. Di civaka kurd de jî tembûr û erbane bûne remzên çandî, yên mûzîka kurdî. Her du amûr jî di asta pîroz de tên tîtin û nêzikatî tê raberkirin. Di vê babetê de em ê li ser girîngî û pîroziya erbaneyê ya di çanda kurdî de ji bo gelê kurd rawestin.
Dibe ku ji bo hin civakan erbane wekî amûreke mûzîkê ya ji rêzê bê dîtin. Lê di civaka kurd de ev newisa ye. Di çanda kurdî de, erbane ne tenê amûreke muzîkê ye, lewere cihê wê girîng e. Ew amûreke ku ji bo nasname, berxwedan û derbirîna giyanî ye. Dema em berê xwe didinê; êş, şahî, şîn û berxwedana ku gelê kurd di seranserê dîrokê de jiyaye, bi rîtmên erbaneyê hatine îfadekirin. Bi taybetî jî ew di performansên jinan de cihekî girîng digire.
Cih û girîngiya erbaneyê di çanda kurdî de
Bi taybetî mirov dikare bêje erbane bûye parçeyek ji jiyana jinên kurd ên ku huner û dengbiyê dikin. Erbane wekî dengê jinan, remza jinan û awaza jinan xwe dide der. Bêguman ne tenê erbane, gelek amûrên muzîkê yên ku zêdetir li jinê tên û di hunera jinê ya muzîkal de xwe dide pêş hene. Erbane amûreke ku herî zêde ji hêla jinên kurd ve tê bikaranîn, bi taybetî di merasîmên olî û bûyerên çandî de. Dengbejên jin şîn û melodiyên gelêrî bi giranî bi erbanê pêşkêş dikin. Ev hem wekî helwesteke hunerî û hem jî siyasî tê dîtin. Îro, jinên ku li erbaneyê didin bûne sembola berxwedanê li dijî çanda ku ji hêla mêran ve serdest e.
Rista erbaneyê di rîtuel û baweriyê de
Bi taybetî di baweriyê Aryenî yên Êzdatî û Rêya Heq de yên wekî Qizilbaşî, Elewîtî, Yarsanî, Kakaîtî û Ehlê Heq de, erbane di merasîmên olî de amûreke sereke ye. Ligel sêtêlê cihê wê di baweriyên Zerduştî de taybet e. Li ber wê semah tê gerandin. Bi dengê wê transa manewî hêsantir pêş dikeve. Pêkhateya wê ya rîtmîk deriyê meditasyon û rêwîtiya hundurîn vedike. Di vê çarçoveyê de bikaranîna erbaneyê “pîrozîtiyê” jî li enstrumanê bar dike.
Sembola berxwedan û nasnameyê ye
Li aliyê din dema ku em dinêrin ne tenê di warê çandî û bawerî de, di heman demê de bûye rîtmîkeke melodiya serhildêrî û berxwedanê. Bi salan e gelê kurd bi polîtîkayên bişavtinê re rû bi rû maye. Bi salan e gelê kurd neçarî tepisandina muzîk û zimanê xwe hat hiştin. Lê belê erbane bû dengekî bêdeng ê berxwedanê li dijî vê zilmê. Bi taybetî piştî salên 1990î, erbane bêtir ket çanda berxwedanê ya civaka kurd. Bû beşek ji nasnameya kurd, li ser dikê xuya bû. Bi deng û rîtma wê giyanê berxwedêrî û serhildêriyê yê gelê kurd bilindtir dibû. Di roja me ya îro de jî heman giyanî ava dike.
Hilgirekî bîra civakî
Dema em berê xwe didinê, gelê kurd di gelek cihan de erbane bi karaniye. Di şînên xwe de jî di şahiyên xwe de jî ev bi karanîne. Em dibînin ku kurdan gelek caran dîrok û êşa xwe bi rêya çanda devkî hilgirtine. Erbane hilgirê rîtmîk ê vê bîranînê ye. Di dawetan, merasîmên cenazeyan, pîrozbahiyan, an rojên şînê de tê lêxistin, ew bîranîna civakê zindî dihêle.