Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 772’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Çalakvanan wêneyê windayan hilda û pankarta ku wêneyên windayan li ser e li erdê raxistin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê vê heftê bi munasebeya ‘Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê’ li aqûbeta jinên ku di binçavan de hatin widakirin, pirsin. Endam û rêveberên ÎHD’ê, malbatên windayan, Hevseroka HEDEP’ a Amedê Pinar Sakik, parlamentera HEDEP’ê a Amedê Halîde Turkoglu, Komelaya Rosa, endamê OHD’ê, endamê şaxa Egitim-sen a Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di cihanê de mînakên çalakiyên Dayikên Şemiyê kêm in
Di destpêka daxuyaniyê de parlamentera Amedê Halîde Turkoglu axivî. Turkoglu diyar kir ku ew dest ji têkoşîna xwe ya li dijî kesên ku hewl didin mafên wan yên lêgerîna kujeran ji destê wan bistînin bernedin û wiha domand: “Îro 25’ê Mijdarê ye û dema ku em vedigerin dîrokê, ev yek nîşanî me dide ku hemû hikûmetên ku demokrasî rawestandine, hewl didin pergala bûyerên kujer nediyar li her derê pêk bînin. Em ê her roja Şemiyê li kêleka dayikên aştiyê û Mirovên Şemiyê bin. Em ê dest ji hesabpirsîna windayan bernedin. Hikûmet ditirse ku rastî derkeve holê. Ji ber ku sûc kirine. Em dixwazin ji kesên desthilatdar re vê bibêjin: Gelek hikûmet hatin û çûn. Hewl dan van kiryaran veşêrin. Lê em vê yekê bi dengekî bilind û zelal dibêjin; Yên ji bo wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê têdikoşin, tu carî paşve gav navêjin. Mînakên çalakiya Dayikên Şemiyê li cîhanê kêm in. Carinan ji ber lêpirsînên dozgeran Dayikên Aştiyê li ser rêyan qeza kirin. Lê li gorî me ev yek polîtîkayên berdewamiya vê siyasetê ye. Heta ku kujer bên dîtin, li kolan, qadan û meclîsê em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.”
‘Ez zaroka bavê kujer diyar im’
Piştre Hevseroka HEDEP’ê a Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî. Tekîn jî anî ziman ku Em îro di serdemeke wisa de ne ku hemû jinên ku karakterên sereke yên guherîna di xala geşedana dîrokî ya başî û bedewiyê de ne, rastî neheqî, bêhiqûqî û tundiyê tên. Ger îro em bêhiqûqiya jinan bihesibînin, bi taybetî yên ku ji ber nasname, bawerî û şêwaza jiyana xwe hatine biçûkxistin, ji Amedê heta Enqereyê diçe. Em li cem tevahî wan dayikan e yên ku ji sînorên jiyana xwe derdikevin û ji bo avakirina edalet û aştiyê dixebitin. Weke zaroka bavekî ku di 3’ê Mijdara 1992’an de hatiye qetilkirin û kujerê wî diyare ez vê dibêjim; Em piştgiriyê didin têkoşîna dayikan a li dijî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî xizanî, tundî û bi taybet jî jinan ku her roj bi hêviyek zêdetir didomînin.
Di dawiyê de endama ÎHD’a Amedê Esra Saçaklıdir navê jinen ku ‘kujerên wan nediyarin’ xwend û got ku ew wan bi rêzdarî bi bîrtînin û ji bo wan edaletê dixwazin.
Navê jinên ku kujerên wan ne diyarin wiha ne:
Di sala 1991’an de li Cizîrê Makbule Okden
Di 1992’an de li navçeya Niserbînê Bedriye Gumuş
Di 1992’an li Dêrsimê Ayten Ozturk
Li navçeya Dêrikê a Mêrdinê Rıdda Yavûz!
Di 1993’an de li navçeya Niserbîn a Mêrdînê Sedîka Dal
Di 1993’an de li nevçeya Tetwan a Bidlîsê Hamîde Şarli
Di 1994’an de li Dêrsimê Hatûn İşik, Yeter İşİk, Elîf İşik, Gulîzar Serîn û keça wê 3 salî Dîlek Serîn
Dİ 1994’an de li Stenbolê Lutfiye Kaçar
Di 1994’an de li Mûşê Gulnaz Tatu û Kadriye Tatu
Dİ 1995’an li Enqerê Ayşenûr Şîmşek
Di 1995’an de li navçeya Bismil a Amedê Hatîce Şîmşek
Dİ 1996’an de li navçeya Rezan a Amedê Şukran Daş
Di 1996’an de Hatîce Atalay
Di 1999’an de li Amedê Fahriye Mordenîz
Di 1997’an de li navçeya Pasur a Amedê Zozan Eren
Di 1998’an de li navçeya Çeşme ya İzmîrê Neslîhan Ûslû
Di 1998’an de li Mêrsînê Konca Kûrîş
Di 2015’an de li navçeya Silopya ya Şirxaxê Taybet Înan
Di 2020’an de li Dêrsimê Gulistan Dokû
Di 2022’an de li Başûrê Kuirdistanê bajarê Silêmaniyê Nagîhan Akarsel
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bidawî bû.