Pirtûka ‘Kerkûk li benda we ye!’ ne tenê bîranînek e, di heman demê de destana têkoşîna gelê kurd û hevgirtina gelên Kerkûkê ye. Ayten Amed tevî xedariya şer jî hêza hêvî û yekîtiyê bi rûmet dike
‘Kerkûk li benda we ye’ ji aliyê Ayten Amed ve hatiye nivîsandin û ji nav weşanên Aramê der çûye. Nivîskar, gerîlayek e; ji salên 1990’an tev li nava refan bûye, 35 salên wê di nav tekoşîna azadiyê de derbas bûne. Pirtûk ji bîranîn û nêrînên wê yên serdemekê pêk tê. Bîranînên xwe, yên ku sembola têkoşîn, berxwedan û hêviya yekîtiya gelê kurd in, şopên kûr ên ku li erdnîgariya Kerkûkê bi dijwarî jiyaye û derbas kiriye ji xwendevanan re vedibêje. Tekoşîna li herêma Kerkûkê, Çemçemal, Kelar, Kifrî, Xanekîn, Celewra, Dûzxûrmatû, gund û gundewarên li wir bi berfirehî rawe dike, bandora peywira ku hilgirtiye bi hestên xwe ve girêdide û tîne zimên.
Dema ku DAIŞ bi taybetî li Rojava û Başûr êrîşî ser cih, war, gund û bajarên kurdan dike, Ayten Amed bi yekîneyekê re berê xwe dide qada Kerkûkê û dest bi xebatan dike. Pirtûk navê xwe ji gotinên gel, bi taybetî li qadan ji gelên ku bi çar çavan li rêya xelasî û çareseriyekê ne, ku dema pêşmergeyên PDK’ê direvin, wan bi tenê dihêlin û ew di bin siya metirsî, wêranî û tirsa DAIŞ’ê de dijîn û çawa rastî gerîlayan tên, berê xwe didin wan û dibêjin “Kerkûk li benda we ye heval!”, digire.
Bîranînên Ayten Amed nîşan didin ku şer û pevçûnên li Kerkûkê ne tenê têkoşîneke leşkerî ne, di heman demê de şerê hevgirtin, berxwedan û siberoja bi hêvî ya civakê ne. Dema ku gelên li herêmê gotin “Kerkuk li benda we ye heval!”, ji bo wan her tişt ji nû ve dest pê dike. Qêrîn, hesret û dilsoziya wan ne tenê ji bo erdnîgariya li wir, herwiha ji bo pirçandiya gelên li wir dijîn îfade dike.
Kerkûk herêmek e ku bi paşeroja xwe ya dîrokî û dewlemendî balê dikişîne, nasnameyên cuda yên etnîkî û olî ku bi hev re dijîn heye. Ayten Amed di vê pirtûkê de ronahiyê dide berxwedana gelên Kerkûkê û çîrokên bi gelên ku li wir bi hev re dijîn, di heman demê de dahûrandike kûr a dînamîkên civakî, siyasî û leşkerî yên herêmê pêşkêş dike. Ji çeperên şer û berxwedana ku dimeşînin wêdetir, rewşa erdnîgariya Kerkukê bi pirsgirêkên civakî, olî, siyasî, leşkerî û ji wan cihêtir rewşa gerîlayan, peywira ku danîne pêşiya xwe, astengiyên ku dertên, gav bi gav tîne zimên. Ji ber ku nivîskar xebatên xwe di nav Kakayîyan de dimeşîne, piranî balê dide ser rewşa gelên Kakayî û bi awayekî zanîstî-lêkolînî li ser civaka wan hestên xwe vedibêje. Pê re cih dide gotareke nivîskar Felekedîn Kakayî û pê de diçe.
Dînamîkên jeopolîtîk û civakî
Kerkûk ji aliyê jeopolîtîk ve cihekî pir girîng bû. Êrîşên hovane yên DAIŞ’ê tenê bi şer dihatin sekinandin. Ji bo parastina têkoşîna hebûnê, nasnameya civakî û nirxên çandî yên gelê kurd, gel û komên din tu rê û rêbaz nemabûn.
Hebûna DAIŞ’ê ya li herêmê metirsiyên li ser civaka pirnasnameyî, rewşa ewrên tirsê baş pêk anîbû. Gelek qad ji tirsa vê rewşê hatibûn terikandin. Bayê ku bi serkêşiya Merwan ji Qendîlê rabûbû û ber bi asîmanê Kerkûkê ve dihat bûbû metirsiyek û ketibû dilê DAIŞ’ê û hêviyeke hevgirtinê ji bo gelên herêmê peyda bûbû.
Bi gelek mînakên pêkhateya civakî li Kerkûkê, îradeya netewêyên cuda yên ku bi hev re dijîn û ev îrade çawa li gel gerîlayan vediguhere şerekî man û nemanê, bi pênûsa Ayten Amedê tê honandin. Rewşa gelên kakeyî-yarsanî ku koka wan ji ku tê, çand, bîr û baweriya wan çi ye, li ser kîjan bingehê li hev dikin li Kerkûkê, bi rewşa wan re bi dînamîkên civakên din, milê çandî ku çawa dişibin hev an jî nakokiyên bi hev re dijîn, bi êrîşên DAIŞ’ê re xweş radixe ber çavan. Cîhana wan a hestyarî, nirxên civakî û birînên kûr ên ku bi vî şerî re derketibûn holê, rastiya kom û partiyan di hişê xwendevanan de cihekî ku neyê jibîrkirin digire.
Bi taybetî; reva pêşmergeyan, hatina gerîlayan ku serkêşiya vê qadê jî şervanên jin dikirin li gor baweriya kakeyîyan û bi qewlê seyîdê wan Seyîd Ebas xewn û xeyalên wan pêk hatibû. Seyidê wan berî ku rehmet bike diyar kiribû ku “Dê artêşeke ku ji 10 jinan pêk tê ava bibe, li dijî alên reş serî hildin û bi ser dikevin.” Bêyî ku hay û bayê gerîlayan ji vê çîroka wan hebe 10 gerîlayên jin derbasî qada milê kakeyiyan dibin û şer dikin. Di pirtûkê de xwendevan bi berfirehî rastê vê çîrokê tên.
Hêzên Selefî, Heşbî Şahbî, Quwetê Bekir, Ces Mehdî, tirkmen, şîa û mezhebên din ku parek jê girêdayî KDP, derdorên din û Îranê ne ku bi her awayî erdnîgariya herêmê çawa parçe kirine û parve kirine, rastiyên heyî û dabeşkirina wê kite bi kite di vê pirtûkê de xweş aşkere dike.
Şehîdbûna Mervan
Di pirtûkê de çîroka Şehîd Mervan dibe sembola berxwedana gelên Kerkûkê. Ziyanên ku hêzên pêşmerge rû bi rû mabûn û dabûn gelê herêmê, di bîra civakê de cihekî biêş digire. Merwan şervanek bû ku ji aliyê gelên li herêmê ve dihat nasîn. Di dema êrişên li ser Kerkûkê de hêzên pêşmergeyan lewaz bûbûn. Bi van êrîşan re em lê rast tên ku hêza pêşmergeyan dişikê û gelek şehîd û birîndarên wan hene. Merwan di rewşeke wiha de berê xwe dabû şer û bûbû sedem ku Kerkûk nekeve. Pêvajoya şer bi hatina wî re hatibû guhertin. Ji bo ku gelên li herêmê têk neçin û bajarê Kerkûkê nekeve Merwan bi yekîneya xwe re bi rêyeke fedayi di çeperan de bi pêş ve diçin. Hêzên DAIŞ’ê dişikînin, şehîd û birîndarên pêşmergeyan ji nava çeperan derdixînin.
Merwan ji ber ku di yekîneya yekemîn de cih digir ji aliyê gelên herêmê ve baş dihat naskirin. Rewşa Merwan bû sedema dilgiraniyeke mezin û di heman demê de hesteke xurt a berxwedanê di nav gelên Kerkûkê de ava dike. Jin, zarok, kal, pîr, misilman, êzidî, kakeyî, kurd, tirkmen û ereb hemû pêkhateyên Kerkûkê bi wî re tên cem hev. Ev yekitî mînaka herî serkeftî bû ku nîşan dida kanê şerê gerîla çawa gel anî ba hev û parçebûna çandî, qewmî têk biribû bû.
Mervan bi Şehîd Armanc re birîndar dibe. Herdu birîndaran ji bo dermankirinê dibin nexweşxaneya Kerkûkê. Kesên ku dibihîsin ku Merwan birîndar e, berê xwe didin nexweşxaneyê ji bo ku xwînê bidinê. Lê ji ber birîna wî ya xedar ku ji serê xwe birîndar bûbû jiyana xwe ji dest dide.
Ayten Amed dema merasîma ku bi awayekî xwezayî ji aliyê gelên Kerkûkê ve ji bo Şehîd Mervan hat lidarxistin vedibêje dide diyarkirin ku rewşeke bi vî rengî cara yekemîn bû ku li Kerkûkê pêk dihat. Dîwarê tirs, xof, gef, rev û têkçûnê bi vî awayî têk çûbû û hatibû hilweşandin. Ji jin û zarokan, pîr û kalan, her beşên civaka li Kerkûkê, çi misilman, çi êzidî, çi kakayî, çi kurd, tirkmen û ereb kom dibin, bi merasîmeke xwezayî Şehîd Merwan ber bi Qendîlê ve rêdikin. Ayten Amed dema ku çîroka Mervan vedibêje, ne tenê wek gerîlayekî, di heman demê de wek çîroka lehengekî ku ji hêla gelan ve çawa xwedî lî tê derketin jî vedihone.
Xewn, hêvî û yekîtî
Nivîskar xewna xwe, rastiya lê digere, çîroka şahmaran, marê reş, ‘akça yilan’, remza xirabiyê Medûsa û teyrê tawûs, di rastiya tevahî olan de çawa cih digire, têkiliyên wan bi hev re çi ye, ji hevbeşiyê wêdetir rastiya wan hem di nava pirtûkê û hem jî di dawiya pirtûkê de li cem xwe zelal dike û vedibêje.
Di dema xebatên li herêma Kerkûkê de pêşmergeyekî kenv nas dikin û bi gerîlayan dest bi xebatan dikin, ji pêşmergeyê ku navê wî Mam Reşîd e hez dikin. Nivîskar bîranîn, têkilî, hezkirin û laqirdiyên ku bi hev re jiyane bi bîr tîne û vê bîranînê bi van gotinan bi dawî dike: “Dema Mam Reşîd bi emrê Xweda rehmet kir em pir xemgîn bûn. Ji bo bîranîna wî me sersaxiya malbatê kir û em çûn serdana wan. Lê zarokên wê malbatê tev yeko yeko dihatin bi me re wêne dikişandin. Bi xemgîniya xwe em şaşwaz bûbûn!..”
Nivîskar Ayten Amed, bi vî awayî cihekî gelek fireh dide Şehîd Merwan û Armanc, di heman demê de gelek şehîdên din û bi yad bi bîr tîne.
Pirtûka “Kerkûk li benda we ye!” ne tenê bîranînek e, di heman demê de destana têkoşîna gelê kurd û hevgirtina gelên Kerkûkê ye. Ayten Amed bi pênûsê xwe tevî rastiyên xedar ên şer jî hêza hêvî û yekîtiyê bi rûmet dike. Kerkûk ji bilî qada şer, weke nîşaneya herî şênber a îradeya mirovahiyê ya ji bo hevgirtin û berxwedanê ye, bi berxwedana wan û pênûsê nivîskar watedartir dibe. Ev xebat ne tenê derseke dîrokê dide xwendevanan, herwiha rastiya berxwedan, hêvî û hevgirtina ruhê mirovahiyê û hilweşandina DAÎŞ û hevalbendên wan jî xweş vedibêje.
Bi gotina nivîskar Ayten Amed a dawîn mirov dikare wiha bi encam bike: “Ji aliyekî ve kêfxweş im, ji ber ku ber bi cih û warên xwe yên jiyana xwe ve diçim. Pişta xwe didim bajaran… û berê xwe didim hembêza dayika xwe…Dizanim ne gengaz e ku ji hemû hest, soz û hêviyên we re bibim bersiv. Kêmek be jî min xwest wan kêliyan bi vê nivîsê zindî bigirim…”
Û xewna xwe piştî mirina Seyîd Ebas a 22 salan ku dabû ser şopa wî wiha bi dawî dike.