21 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Di bîranîna şêhîden Helebê debanga xwedîderketina seferberiya Rojava û Rojhilat

Li bajarê Birr ê Swsreyê, şehîdên Helebê û şervanên azadiyê yên demên dawî de şehîd bûn hatin bîranîn. Di çalakiyê de banga xwedîderketin û seferberiya ji bo Rojava û Rojhilat hat kirin.

Li şaredariya Birr a girêdayî qesebeya Brug ê kantona Aargau ya Swîsreyê, bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) ji bo şehîdên Helebê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan, Endamê Komîteya Rêveber a KCKê Zubeyîr Aydar, hevserokên CDK-Sê, aktivîstên Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê û endamên meclîsê tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Mustafa Karahan li ser navê KOMAWê axivî û sersaxî da malbatên şehîdan. Karahan wiha got, “Em 17 şehîdên xwe û hemû şehîdên xwe yên têkoşîna 52 salan ku di şexsê fermandarê mezin Ziyad Heleb de li vir bîranîna wan dikin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Îro hem li Rojava hem jî li Rojhilat êrîşî gelê me û destkeftiyên me dikin. Em ê kevneşopiya berxwedanê ya ku şehîdan ji me re hiştine, bidomînin.”

Endamê Komîteya Rêveber a KCKê Zubeyîr Aydar jî di axaftina xwe de xwedî li banga seferberiyê derket û wiha got, “Niha li Rojava şerekî cidî heye. Pevçûnên cidî çêdibin. Rêveberiya Xweser a Rojava banga seferberiyê kir. Tevgera me ya giştî xwedî li vê bangê derket û bang li her kesî kir ku bi hestiyar bibin. Ev ne tenê meseleya Rojava ye. Ji xeynî berwedanê tu rêya me tune ye. Divê her kes rabe ser piyan. Çawa ku gelê me di berxwedana Kobanê de her qada ku lê ne veguherandin qada çalakiyê, divê niha jî wisa bikin. Ger her kes tişta ku dikeve ser milê xwe pêk bîne, em dikarin xwedî li Rojava û Rojhilat derkevin. Em ê heta dawî li ser rêya şehîdên xwe bimeşin.”

Malbatên şehîdan ên tevlî bîranînê bûn jî axaftinên bi hestiyar kirin. Axaftina xwişka Doktor Suleyman ku di nexweşxaneya Helebê de hate qetilkirin, di salonê de kêliyên hestiyar çêkir.

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û banga seferberiyê bi dawî bû.