Behar Munzir ragihand, ji ber yekîtiya jinên Iraqê û zextên li ser Parlamentoya Iraqê, heta niha nekarîne sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî erê bikin
Di çarçoveya pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, jin di çalakiyên xwe yên hişyarkirina civakê de li ser wan tundiyên ku bi rêya yasayê li ser jinan tên kirin, wek guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê ya hejmar 188 a sala 1959’an bênavber didomînin. Di vê der barê de Rêvebera Rêxistina Xelk ya ji bo Pêşxistinê û yek ji damezrênerên Hevpeymaniya 188 ya Silêmaniyê Behar Mûnzîr ji Rojnewsê re axivî.
Behar Mûnzîr di destpêka axaftina xwe de bal kîşand ser berxwedana jinan li hemberî guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê û got “Ji ber avakirina Hevpeymaniya 188’an ya jinên Kurd û Iraqê bi yekîtî û ku parêzvanên mafên mirovan û jinan tê de endam in, bi nîşandana nerazîbûnê zext li ser Iraqê çê kir. Bi armanca redkirina sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê, ji ber têkoşîn û zexta jinên Kurd û Iraqê heta niha jî Parlamentoya Iraqê nekariye vê guhertina yasaya navborî di parlamentoya re derbaz bike. Her wiha li ber erêkirina sererastkirina vê yasayê têkoşîne mezin dengekê gelek bihêz û bilind tê dîtin.
Behar Mûnzîr got: “Hêz û desthilata jinan bi hev re li dijî vê yasayê rawestiyane ku heta gelek mêran jî piştgiriya me kirine û ji bo vê yekê xebatên cidî kirine. Yek ji karên girîng yên Hevpeymana 188’an peywendî bi Parlamentoya Ewropayê re bû ku jinan bi agahdarkirin, nerazîbûn û daxwaznameyên bi îmze gihandin Parlamentoya Ewropayê. Piştre Parlamentoya Ewropayê biryarnameyek derxist û daxwaz ji Iraqê kir ku guhertina Yasaya Rewşa Kesî rawestîne. Ev jî hêz dide îsrara me ya di têkoşîna ji bo bidestxistina mafên jinan de.”
Der barê nûnerên Kurd yên di Parlamentoya Iraqê de, Behar Mûzîr diyar kir ku nûnerên Kurd îmze kirine ku li dijî guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê ne û wiha pêde çû: “Lê dibe ku daxwaza lihevkirina siyasî ji bo derbasbûna vê yasayê li beramberî destketineke din ji Kurdan were kirin. Lewma em daxwaz ji parlamenterên Kurd dikin ku tu car û bi tu mercan bi guhertina vê yasayê razî nebin.”
Behar Mûnzîr bibîr xist ku di 8’ê Mijdara îsal de li Bexdayê bi alîkariya Hevpeymana 188’an ya Iraqê û bi beşdariya 600 kesan kongreya herî mezin hat lidarxistin û got: “Her wiha parêzvanên mafên mirovan, çalakvan û Hevpeymana 188’an ya Herêma Kurdistanê jî beşdarî vê kongreyê bû. Her wiha em di çalakî, civîn û nîşandana nerazîbûnê de heta ku ev yasa were rawestandin bênavber berdewamîn. Her çend hin jinên çalakvan yên Iraqê rastî gefên kuştinê û derxistina ji kar yên wek parêzertiyê hatine jî lê wê têkoşîna jinan raneweste û heta digihe armanca xwe wê bidome.”
Der barê helwesta mamosteyên olî (mela) ya li hember guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê, Behar Mûnzîr da zanîn ku mamosteyên olî heta niha bi tu awayî li hember vê yasayê helwesteke cidî û rasterast nîşan nedane, lê dadwer û mamosteyên zanîngehê yên beşa yasayê bi eşkereyî helwesta xwe li dijî sererastkirina vê yasayê nîşan dane.
Çalakvana mafên jinan û Rêvebera Rêxistina Xelk ya ji bo Pêşxistinê her wisa yek ji damezrênerên Hevpeymaniya 188 ya Silêmaniyê Behar Mûnzîr der barê bandora derbazbûna pêşniyara sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê wiha got: “Guhertin an sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê li ser civaka Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê bandoreke neyênî ya mezin çêdike. Zarok dibin qurbanên vê yasayê. Ji ber ku yasa dibêje ‘keç di temenê 9 salî de dikare bê zewicandin’ û ev jî dibe sedema ku bi navê zewacê dest dirêjî li zarokan were kirin. Ji ber vê yekê têkoşîn û çalakiyên me ji bo ku civak, malbat belav nebin, zarok bi navê zewacê rastî destdirêjiyê neyên wê heta serkeftinê bidomin.