Li Rihayê, îmamê mizgefta Mevlana Halîd Mehmet Şukru Dortbûdak parastina pedofîlê kir û êrîş perwerdeya tevlîhev a zarokên keç û kur kir. Serokatiya Karên Diyanetê, qaşo Dortbûdak “ceza” kir û 500 TL ji mûçeyê wî birî.
Li gorî nûçeya ku rojnameya Cûmhûriyetê der barê mijarê de derbas kiriye, Diyanetê ji ber banga ‘pedofîlî’ cezayê şermezarkirinê û ji ber banga ‘perwerdeya tevlîhev’ jî 500 TL ji mûçeyê îmam biriye.