12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di bin esmanên kurdan de li kolanên Parîsê lempe pê nakevin

Enes Yildiz

Wê çaxê av raza bû. Hemî dever di nav kuştinan de hatibûn hiştin. Ne me rengê xwe dabû newalekî û ne jî li daristana xeyalan hebûn.

Niha hemî lempeyên qelp ên di nav kolanên Parîsê de bila pê nekevin. Yên ku dinyaya kurdan, dinyaya jinan ronî nake û şad nake. Bila pênekevin.

Sê jin hene. Sê çiyayên bilind hene. Di vê dinyayê de yek cîhan heye. Di cîhana ku em tê de şitavek didin xwe, tenê gotin hene. Çuqliyên daran hene, bîranînên kederê hene. Heyam ew heyame ku carek din xwe li dinyayekî bidin nasîn û hêviyan deynin li ser hemî kelehên ku ji bo me al in. Êdî Parîsê ji bo kurdan wêneyeke. Parîs pêlava gerîlayekî ye. Parîs dilopekî baranê ye. Têlên gîtara kurdistaniyan e ku wê tê de strana xw ya hebûn û tunebûnê bibêjîn.

Niha! Çîleyeke tûje ser gewriya me. Her kes bo xwe, bo ayîndeya cîhanê olanan dide. Tenê di bîra me de nav hene. Navnîşan hene, bîranên hemî dewranan hene. Biranînên bedewiya dinyayekî xeyal dikirin, xistin bêrîka me.

Ya ku însan pê radibe, çawa xwe dide nasîn. Bi zîmanê rêyan diaxive. Bi kelehan heye. Bi kûçeyan heye, bi bircên belek derketiye hatiye. Bi çiyayan xwe dide nasîn. Di nav deştekî de pekiya ye.

Parîs ew Parîs e ku neteweya dinyayekî di binê bîrê de qîr dikir. Jinekî ji bîr kirîbû Parîs. Parîs ew Parîs e ku deriyên cîhana me lal bibû. Şaristaniyekî hewl dida me têk bibe. Ya ku mirov, pê radibe, dinyayekî ku em tê de dereng mane û pencereyên rohniyê li ser xwe vedikin. Di rengê axê de dijîn. Di rengê erd û esmanan de hatine xwarê.

Qey tu dibejî, rêya ku em tê de derbas dibin ew e ku esmanekî bilind bihewînin û nehêlîn ax û axînên li gel me neêşin. Para kurdan ew e ku her sibehê li ser sifreya rojê birunîn û caran, nobedariya wan ew e ku ji bo bikaribin li esmanê şîn xwedî derkevîn. Dara çinarê ji wan tê pirsîn.

Dîroka ferîştehan, dîroka xwedavendan ji wan tê pirsîn. ji ber ku wan bi her tiştên dinyayê xwe dane nasîn. Parîs ew bajar e ku hemû kurdan gaziya xwe tê de dikir, xwe bi tavê didan nasîn. Bi sedsala ku tê de derbas dibin, bi sedsala ku hemû pêşengên xwe, dildarên xwe yên azadiyê, çawa radigihînin, çawa serboriyên wan hene ku di rûpelên dîrokê de xêz kirin.

Hemî hebûna me hat li kolanekî sekinî. Me heta dawî bi dengekî veşartî xwe da nasîn. Di her kêliya ku gavên xwe biavêjin, bila hemû mirovên ku ji bo azadiyê, li ser rêyan in dengê me yê dilşewat bila xweş bibihîzin. Parîs kolaneke, baraneke, straneke, jineke serhildêre ku dest bi dest jiyanê diguherîne. Parîs keldûmana cixareyekî ku hîna bextewariya xwe, doza xwe aşkera dike. Di ber her kuçeyekî de qelayeke. Dengê radyoyekî bi kedere, strana li ber bîna esman e. Awirên vegerekî ye. Guldanka malekî ye Parîs. Parîs mehfûra mêvanan e.

Parîs rojnivîsa gerîlayekî ye ku hîna bê dawîbûna dinyayê hêvî dike. Parîs heneya sor e. Parîs wêneyên di nav berfê de ne ku rêya hezar şoreşgeran vedibêje. Parîs deşteke, dem û dewraneke, zarokeke. Parîs pêşeng e, Parîs hest dike ku mirin di ber jiyanê de here. Parîs kenê hemî ferîştehan e. Parîs tifingekî jengartî ye ku hîna statûya xwe, çîroka xwe li ser rûyê erdê qise dike. Kurd di dinyaya xwe de dildar e, jinên kurdî di bin lempeyan de di kolanên Parîsê de dildariya dinyayê dikirin. Ferîştehên  dinyayê ew bûn. Niha! Di bin esmanên kurdan de û li kolanên Parîsê lempe tefyane, Fransa ker bûye. Parîsê zîmanê xwe jê kiriye.