Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan, di roja 120’î de “Nobeda Edaletê” li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Malbatên girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de nûnerên Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a MED’ê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Huqûqnasan a ji bo Azadîye (OHD) û Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên li Dergûşa Mezopotamyayê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) amade bûn. Polîsan destûr nedan ku nûnerên saziyên civakî beşdarî daxuyaniyê bibin. Lê nûnerên saziyên civakî ev yek red kirin. Li dijî astengiya polîsan xizmên girtiyan çalakiya ruştintinê li dar xistin û siloganên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” berz kirin.
Malbat piştî 5 deqîqeyan li pêş girtîgehê rûniştin dawî li çalakiya xwe anîn.