3 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di bin çavan de 926 kes rastê taciz û tecawizê hatin

Li gor daneyên ku Buroya Alîkariya Hiqûqî Ya Li Dijî Taciz û Tecawiza Di Bin Çavan De amade kiriye ji salên 1997 heta 2024an 926 kes di bin çavan de rastê taciz û tecawizê hatine. 

Piştî ku Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû hat girtin li deverên cuda çalakiyên welatiyan pêşketin. Di dema binçavkirina welatiyan de polîsan tundî li welatiyan kirin. Ew dîmenên ku li bajarên Tirkiyeyê tên kişandin bi salane li Kurdistanê rojane tên jiyîn. Jinên ku tev li çalakiyan bûne ji bilî tundiya fizîkî rastê tundiya zayendî jî tên.

Mijara tacîz û tecawiza li ser jinan a di bin çavan de ne mijareke nû ye. Jinên ku li hemû welatan di nav pergala mêrperest de tên binçavkirin rastê heman kiryaran tên. Lê li welatên wek Tirkiye ku hewl dide serweriya xwe bi tundî bide qebûlkirin de taciz û tecawiza di bin çavan de wek rêbaz tê bikaranîn. Mînakên vê yekê jî mixabin gelek in.

Di salên 90î de Dewleta Tirk li dijî PKKê û welatiyên kurd dest bi pêngaveke binçavkirinê kiribû. Elbet pêşiya salên 90î êrîşên li ser van aliyan zehf bûn lê di salên 90î de ev êrîş gihiştin asta herî jor. Di vê pêvajoyê de welatiyên ku hatin binçavkirin rastê tundiyên cur be cur hatin. Bi taybet êrîşa zayendî ya li ser jinan ji bo têkbirina îradeya wan hat bikaranîn. Li dijî van êrîşên ku hatin pêkanîn gelek jin bi salannikaribûn behsa tundiya ku pêre rû bi rû mane bikin.

Eren Keskîn a ku bi salan parêzeriya jinan kir di 1995an de bi hinceta nivîseke xwe hat girtin û di girtîgehê de bi jinên ku rastê tacîz û tecawizê hatine re ma. Eren Keskîn dema ji girtîgehê derket bi parêzera alman Jutta Hermans re ji bo karibe li dijî tundiya zayendî ya di bin çavan de derbikeve di sala 1997an de ‘Buroya Alîkariya Huqûqî Ya Li Dijî Taciz û Tecawiza Di Bin Çavan De’ ava kir.

Li ser xebata ku ji aliyê Eren Keskîn û Jutta Hermans di sala 1997an de hatiye destpêkirin heta sala 2023yan bi tevahî 871 jin serî li buroyê dane da ku karibin li dijî taciz û tecawiza ku di bin çavan de rû bi rû mane teşîr bikin.

Li gor daneyên ku Buroya Alîkariya Huqûqî Ya Li Dijî Taciz û Tecawiza Di Bin Çavan De ji bo sala 2024an parve kiriye de jî tê gotin ku 55 jin di bin çavan rastê taciz û tecawizê hatine û ji bo alîkariyê serî li buroyê dane.

Dema mirov li rastiya Tirkiyeyê dinêre dizane ku ev hejmarên ku serî li buroyê dane rêjeke kêm ya kesên ku di bin çavan de rastê taciz û tecawizê hatine ye. Ji bo hejmara kesên di bin çavan de rastê êrîşa zayendî tên zêde nebe divê ku cuhadiya neteweya mexdûr li ber çavan neyê girtin û têkoşîneke hevpar bê meşandin.