Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Gulîstan Îsmaîl li ser rewşa perwerdehiyê û bandora êrîşên dewleta tirk ji ajnsa ANHA’yê re xivî. Îsmaîl diyar kir ku yekemîn pêngava bingehîn a bi şoreşa Rojava re şoreşa ziman e û got: “Di destpêkê de SZK’ê rola sereke lîst û gelek mamosteyên Kurdî perwerde kirin. Mamosteyên ku li SZK’ê perwerdeya xwe qedandin derbasî dibistanan bûn. Di destpêkê de perwerdeya Kurdî tenê bi saetan dihat dayîn. Di wê demê de mufredat hîn nehatibû amadekirin. SZK’ê gav bi gav mezin bû, piştre lijneya perwerdeyê hat avakirin û di nava wê de saziya mufredatê hat avakirin. Bi vî awayî ji bo dibistana seretayî, navîn û amadeyî mufredatên perwerdeyê hatin amadekirin. Mufredatên Rêveberiya Xweser ên ku ji aliyê saziyên mufredatê yên herêma Cizîrê ve hatine çêkirin, li hemû dibistanan tên dayîn.”
Bi 3 zimanan perwerde tê dayîn
Di berdewamiya axaftina xwe de Gulîstan Îsmaîl anî ziman ku tevahiya mufredatan ji sê zimanan Kurdî, Erebî û Suryanî pêk tên û wiha pê de çû: “16 hezar mamoste bi tevahî 200 hezar xwendekar perwerde dikin. Zarokên Kurd hemû dersan bi zimanê xwe distînin. Zarokên Ereb bi zimanê Erebî û zarokên Suryanî jî bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin. Dîsa, ji pola çaran dest pê dike, di her dibistanê de bi zimanên din dest pê dike. Bi gotineke din, zarokên Kurd dest bi xwendina Erebî dikin, zarokên Ereb fêrî Kurdî dibin û zarokên Suryan bi awayekî bijarte zimanê ku dixwazin hildibijêrin û zimanên ku dixwazin fêr dibin. Helbet mafê zarokan heye ku li vir zimanê xwe hilbijêrin. Zarok li gorî zimanê ku dixwazin hîn bibin tên perwerdekirin. Ji bo her zimanî dibistanek cuda tuneye. Di heman dibistanê de her kes bi zimanê xwe di polên cuda de dixwîne.”
Dewleta tirk cihên perwerdeyê hedef digire
Îsmaîl bi bîr xist ku herêm bi salan e di bin ambargo, dorpêç û êrîşan de ye û wiha domand: “Pirsgirêka herî mezin a ku em weke malbat, zarok û mamoste pê re rû bi rû dimînin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê ne. Ev êrîşan bandorek pir neyînî li pergala me ya perwerdeyê dike. Bi taybet hedefgirtina binesaziya herêmê û her wiha qadên perwerdehiyê qadên rewa û destnedayî yên her civakê ne. Mafê her kesî heye ku bi ziman û çanda xwe perwerdehiyê bibîne. Lê dewleta Tirk îro herî zêde van deran hedef digire. Ev hemû êrîş ji aliyê derûnî ve bandoreke neyînî li zarokan dikin û dibin sedem ku ji dibistanên xwe qut bibin. Bi taybetî jî li dibistanên herêmên nêzî sînor zarok ji bo demeke dirêj ji dibistanên xwe dûr dimînin. Ji ber ku zarok her tim bi tirs diçin dibistanê. Nizanin wê kengî êrîşek çêbibe yan jî kengî roketek li dibistana wan were. Niha li hin herêmên me bi hezaran zarok ji perwerdehiyê bêpar mane.”
Êrîş bandoreke neyênî dikin
Li ser rewşa dibistanan de jî Gulîstan Îsmaîl ev agahî dan: “Li ser xeta Zirgan û Til Temirê zêdeyî 40-50 dibistan di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Diviyabû zarok li van dibistanan perwerde bibûna, lê niha dewleta Tirk van dibistanan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Dîsa, li dibistanên li herêmên eniya pêş, zarok neçar in ku rojane ji dibistanên xwe dûr bisekinin. Zarok diçe dibistanê, ji nişka ve êrîş dibe, vê carê divê ev zarok vegerin. Di dema xwendinê de êrîş pêk tên û ev hemû bandorek pir neyînî li ser derûniya zarokan dike. Ew dibe sedem ku zarok ji perwerdehiyê dûr bikevin. Dîsa li bajarên li ser sînor ji ber êrîşên berdewam ên dewleta Tirk binesaziya gelek dibistanan bi temamî hilweşiyane. Di vê rewşê de, ew pirsgirêkek pir giran diafirîne. Em weke rêveberiya dibistanê di serî de mamoste û desteya perwerdeyê ji bo sivikkirina vê rewşê li ser zarokan hewlên mezin didin. Lê belê em çi bikin jî, em nikarin bi tevahî rê li ber bandorkirina zarokan ji vê rewşê bigirin.”
Perwerde li ser bingeha neteweya demokratîk tê dayîn
Gulîstan Îsmaîl der barê modela perwerdehiyê de jî wiha axivî: “Pergala perwerdehiyê ya ku di bin rêveberiya xweser de hatiye afirandin, li ser bingeha pergala neteweya demokratîk hatiye avakirin. Ji ber vê sedemê di destpêkê de saziyên perwerdeyê hedef digire. Lê belê hem rêveberiya dibistanan hem jî rêveberiya xweser hemû derfetên heyî xistine xizmeta dibistanan. Li hemû dibistanan benzîn û sobe hatin belavkirin. Weke desteya perwerdeyê me her tişt kir ku hemû derfetên rêveberiya xweser têxin xizmeta dibistanan. Lê dîsa jî em nikarin bibêjin ku me hemû zehmetî derbas kirine. Bi taybetî yên di kampan de dimînin di vî warî de du caran zehmetiyê dikêşin. Her çend ji bo kêmkirina van pirsgirêkan xebatek mezin tê kirin jî, jiyana kampê bi serê xwe zehmet e.”