Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firan (DFG) “Rapora xwe ya Binpêkirinên Mafan a li ser Rojnamevanan” a meha adarê bi raya giştî re parve kir. DFG’ê diyar kir ku di meha adarê de jî êrişa li ser rojnamevanan û binçavkirin, gef û mûameleya xerab û astengkirina organên weşan û çapemeniyê berdewam kir. DFG’ê da zanîn ku di mehê de 6 rojnamevan hatin binçavkirin û 4 rojnamevan bi êrîşan re rû bi rû man.
DFG’ê, bi lêv kir ku ev pêkanîn binpêkirinên mafan ên cidî ne li ser jiyan û ewlehiya rojnamevanan û got: “Dîsa di meha Adarê de lêpirsîn, doz û cezayên li dijî rojnamevanan jî kêm nebûn. Ji 13 rojnamevanên hatin darizandin re 32 sal ceza hat birîn. Hêj bi dehan rojnamevan girtî ne û tevî hemû bangan jî nayên berdan. Ev yek bêhiqûqiya tê kirin radixe li ber çavan.”
DFG’ê, anî ziman ku bi hinceta “Parastina pergala cemaweriyê û ewlehiya netewî” 6 malperên înternetê hatine astengkirin û wiha berdewam kir: “Hêj duh an ku roja ewil a meha Nîsanê malpera yekana ajansa nûçeyan a jinan Jinnewsê careke din ji xwegihandinê re hate astengkirin. Tevî biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Destûra Bilind, nêzikatiya organên çapemenî û weşanê dide nîşandan ku welat bi pergaleke zextker tê birêvebirin. Nûçeyeke ku neçe xweşiya rayedarên desthilatê malpereke mûxalîf ku dixwaza weşaneke azad bike bi awayekî pir hêsan dikare were astengkirin û girtin. Ev mînaka bêhiqûqiyê ye. Em rojnamevan vê bihûqîqiyê qebûl nakin.” DFG’ê, destnîşan kir ku ev pêkanînên li ser saziyên çapemeniyê di heman demê de darbeyeke li “mafên gel ê nûçe wergirtinê” ye.