Navenda Lêkolînê ya Girtiyên Filistînî (PPCS) der barê zextên ku hêzên Îsraîlê dest di mehên dawî de li jinên filistînî dikin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî yên têkildarî pirsgirêkên jinan hat kirin, bi taybetî jî ji bo parastina jinên filistînî yên ku bêyî hinceteke hiqûqî tên binçavkirin jî sûcên dagirkeriyê bên parastin.
Li gorî rapora ku ji aliyê PPCS ve hatiye weşandin, hêzên Îsraîlê di nîvê yekem a sala 2022’yan de tevî bi sedan gazîkirin û lêpirsînên keyfî 76 jinên filistînî yên ji Şerîeya Rojava ku Qudsê jî di nav de ye, binçav kirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku hêzên Îsraîlî yên dagirker jinên Filistînî yên biçûk, pîr, nexweş, birîndar an dayik bin hedef girtin û piraniya van binçavkirinan li ser Qudsê ye.
Girtiyên ji Girtîgeha Damonê jî li 32 girtiyên jin ên filistînî yên di girtîgehên cuda yên dagirkeriyê de ne hatin zêdekirin. Derbarê 17 girtiyên navborî de biryarên cuda hene. Ji wan 8 kesan zêdetirî 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Her wiha 2 jinên filistînî di binçavkirina îdarî de ne û yên mayî jî li benda darizandinê ne. Li ser vê yekê dadgeha dagirker 8 sal cezayê girtîgehê û cezayê pere li girtiya Orşelîmê Neval Fatîha birî.
Girtiyên jin ên filistinî ji pêdiviyên jiyanê bêpar tên hiştin
PPCS’ê bal kişand ser vê yekê ku hêzên dagirker 3 girtiyên jin ên di mehên dawî de hatin berdan careke din binçav kirin. Hêzên dagirker dayik û xwişka girtiyê Qudsê Mihemed Ruşda ku di serdana xwe ya Girtîgeha Ramonê de hatibû girtin, her wiha 2 xwendekarên Zanîngeha En Nacih Ayda el Misrî û Amîna Bîlal Îştiyye ji Nablusê girtin. Girtiyên jin ên fîlîstînî ji ber ku ji pêdiviyên herî girîng ên jiyanê bêpar in, di nav de mafê dermankirina li girtîgehê jî heye, bi şert û mercên jiyanê re rû bi rû ne. Li gorî Navenda Lêkolînê ya Girtiyên Filistînî, rêveberiya girtîgehê hemam li derveyî odeyan û her wiha li Meydana El-Fora bi cih kiriye.