Li gorî dane û raporên Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) û UNESCOyê di saleke dawî de li tevahiya cîhanê 67 rojnameger hatin kuştin. Di 5 salên dawî de jî 368 rojnameger li herêmên ku şer lê hene hatin kuştin.
Li gorî rapora Dîrektora Giştî ya RSFê ji 1ê Kanûna 2024an heta 1ê Kanûna 2025an herî kêm 67 rojnameger hatin kuştin. Di vê pêvajoyê de 503 rojnameger hatin girtin û 20 rojnameger jî dîl hatin girtin. Di 12 mehên dawî de 135 rojnameger jî winda ne.
Li gorî rapora Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) jî, di 2024an de li tevahiya cîhanê 104 rojnameger hatin kuştin. Ji wan 55 rojnamegerên Filistinê li xeta Xezayê hatin kuştin.
Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) jî di 2024an de herî kêm li tevahiya cîhanê 124 rojnameger hatin kuştin. Li gorî rapora CPJê ji sala 1992an heta 2024an heri zêde vê salê rojnameger hatin kuştin. Di nava welatên cîhanê de 82 rojnameger li xeta Xezayê hatin kuştin. Piştî xezayê hirî zêde li Sudan, Pakistan û Meksikayê rojnameger hatin kuştin.
Li gorî rapora RSFê di 11 mehên ewil ên 2023an de 45 rojnameger hatin kuştin. Di 2023an de kuştina rojnamegeran li Amerîkaya Latîn kêm bû. Li gorî raporan herî kêm di 2002an de rojnamegğer hatibûn kuştin. Di 2002an de 33 rojnameger hatibûn kuştin.
Li gorî rapora UNESCO ya Neteweyên Yekbûyî jî di sala 2022an de li tevahiya cîhanê 86 rojnameger hatin kuştin. Li gorî UNESCO di 2021an de 55 rojnameger hatibûn kuştin.
Li gorî Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî jî di sala 2022an de 66 rojnameger hatibûn kuştin. Di 2022an de li Meksikayê 14, li Rusya-Ukraynayê 9 rojnameger hatibûn kuştin.
Li gorî rapora RSê di 2021an de li tevahiya cîhanê 488 rojnameger ji ber karên xwe di girtîgehan de derbas kirin. Di salekê de li cîhanê 46 rojnameger hatin kuştin.
