Artêşa tirk di 25 Kanûn 2023’an de ji saetên serê sibehê heta saetên îro navendên xizmetê yên li Qamişlo, Amudê û Kobanê bombebaran kirin. Li gorî şopandina nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di bomberanên ku piranî li ser Qamişlo pêk hatin de, 8 welatî hatin qetilkirin û 13 jî birîndar bûn. Her wiha ziyanek mezin a madî pêk hat.
8 kes jî di êrîşên ser Qamişlo de hatin qetilkirin. Dîsa di êrîşên li ser Qamişlo de 11 kes birîndar bûn. Di êrîşên ser Kobanê de jî 2 kes birîndar bûn.
Êrîşên ku ji Kobanê destpê kirin wiha ne:
-Derdora saet 08:00’an li bajarê Kobanî garajek seyareyan
-Li Kobanê heman saetê de navendek şîrketekê hat bombebarankirin.
– Stasyona trênê li bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.
-Navendek pîşesaziyê ya li taxa Alaya ya bajarê Qamişlo hat bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyek hat kuştin.
– li Qamişlo navendeke avakirinê ya li ser rêya harwirdorê ya bakurê bajêr hat bomebarankirin.
-Çapxaneya Simav a li ser rêya hawirdorê ya Qamişlo hat bombebarankirin. Di êrişê de 4 karmendên navendê hatin qetilkirin.
– Kargeha Êman a Cizîrê ya li Qamişlo hat bombebarankirin. Di êrîşê de welatiyek hat qetilkirin.
– Navenda Dirûnkariyê (Terzîxane) ya li taxa Meyslûn a bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.
-Li navçeya Amûdê kargeha zeytûnan a Rohilat hat bombebarankirin.
– Li Amûdê fabrîqeya nîskan hat bombebarankirin.
– Li Amûdê Salona Dawetê ya Karam hat bombebarankirin.
– Navenda Kobanê hat bombebarankirin
– Nexweşxaneya Meştenûr a li navenda bajar hat bombebarankirin.
– Kargeh û embarek pembo ya li gundê Um El-Fursan ên rojhilatê bajarê Qamişlo hatin bombebarankirin. Di bomberanan de 2 welatî hatin kuştin.
– Gundê Şorkê yên li rojhilatê Qamişlo hat bombebarankirin.
-Navenda avakirinê ya li taxa Enteriye ya bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.
-Benzînxaneya Botan (Navê berê El-Felahîn) hat bombebarankirin.
– Deverek li nêzî navenda diyalîzê ya Qamişlo hat bombebarankirin.
– Tekane navenda oksîjenê ya li Qamişlo hat bombebarankirin.
-Xaniyên li taxên rojavayê Kobanê hatin bombebarankirin.
– Derdora daristana Kobanê hat bombebarankirin.
– Li Kobanê li ser rêya Helebê çewlikek mirîşkan hat bombebarankirin.
Cihên navborî tenê carekê nehatine bombebarankirin. Hinek navend 2 caran, hinek 3 caran hinek 5 caran, hinek jî 6 caran hatine bombebarankirin. Êrîşa herî zêde li ser nexweşxaneya Meştenûr pêk hat. Dagirkeran 6 caran nexweşxane bombebaran kir.