Polîsan li navçeya Xalfetî ya Rihayê di çalakiyên şermezarkirina qeyûm de 16 kes binçav kiribûn. Ji 16 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin ji wan 10 kes hatin girtin. Kesên hatin girtin wiha ne: G.G. (17), Yusuf Yeşiltepe, Mahmut Demir, Aziz Çetintaş, Sever Yalçınkaya, Muhammed Saait Görgün, Kerem Bilgin, Berivan Kocaoğlu, Burçin Satıcı û Mizgin Çiftçi hatin girtin.
Ji kesên hatin binçavkirin Adle Fidan, Yılmaz Birgul, Serhat Topkan, Musa Yalçınkaya, Muhammed Algaç, Elif Yalçın jî bi kontrola edlî hatin berdan.
Mêrdîn
Li Mêrdinê jî di çalakiyên şermezarkirina qeyûm de polîsan 9 kes binçav kirin. Ji 9 kesên hatin binçavkirin ciwanê bi navê Kanîwar Aykal girtin û şandin girtîgehê.
Amed
Li Amedê jî di meşa girseyî ya li dijî tayînkirinaqeyûm de polîsan ciwanê bi navê Mehmet Ateş bi lêdanê bin çav kirin.
Êlih
Li Êlihê jî polîsan bi sedan kes binçav kiribûn. Ji kesên hatibûn binçavkirin 4 kes hatin girtin. Polîsan rojnameger Mizgin Sonuk, welatî Yusuf Kaya, endamê meclisa şaredariyê Ozdemir Çelik û endama meclisa şaredariyê Hatice Taş, sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî der barê wan de biryara girtinê da.
Polîsan di bin çavan de îşkence li Mizgîn Sonuk û kesên din kiribûn.