2 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di 1993yan de çareserî pêkan bû

Siyasetmedar Fatma Bostan Unsal li ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê got: “Tu pirsgirêkê nebînî dê bêtir mezin bibe. Tu bi tundiyê çareser bikî dê bibe pençeşêr. Li Tirkiyeyê di sala 1993yan de çareseriya pirsgirêkê pêkan bû.”

Hewldana civakî ya ji bo aştiyê li Stenbolê bi tevlêbûna saziyên civakî û parêzvanên mafên mirovan di 22- 23yê hezîranê de “Konferansa Vekirina Rêya Aştiyê” li dar xist. Dadgerê berê yê DMMEyê Riza Turmen, siyasetmedar Fatma Bostan Unsal, Bulent Arinç, Hîkmet Çetîn û gelek rewşenbîr, hunermend beşdar bûn. Têkildarî konferansê Fatma Bostan Unsal anî ziman ku her dem mijara aştiyê kiriye rojeva xwe ya sereke û got: “Di pêvajoya aştiyê ya 2015yan de jî duçerxa aştiye ket xwarê. Lê me tu carî axaftinên li ser aştiyê bi dawî nekir. Piştî gotinên Devlet Bahçelî yên piştî 1ê cotmehê li ser aştiyê anîn ziman, em bêtir ketin nava xebatên ji bo aştiyê.”

Fatma Bostan Unsal da zanîn ku der barê pêşveçûna pêvajoyê de tu agahî nayên parvekirin û wiha berdewam kir: “Tenê wekî ‘Tirkiyeya bêteror’ pênase dikin. Em kesên eleqeder, ji bo nexşerê bêtir şênber bibe ketin nava tevgerê. Di sala 2015yan de piştî pêvajoya aştiyê hilweşiya, serdema  OHALê dest pê kir. Ji ber OHALê qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Daraz xistin xizmeta siyasetê. Ji ber van sedeman, saziyên sivîl li dijî îktîdarê înîsiyatif girtin destê xwe.”

Fatma Bostan Unsal, li ser encamnameya konferansê jî rawestiya û got: “Di encamnameya Konferansê de em dibînin ku em çiqas ji dewleta hiqûqê dûr in. Me ji neçarî di encamnameyê de ji rêveberên Tirkiyeyê re got biryarên DMMEyê û AYMê têxin meriyetê. Bi salan in biryarên DMMEyê û AYMê naxin meriyetê. Ji bo wê jî karsaz Osman Kavala, siyasetmedar Selahaddin Demirtaş û wekîl Can Atalay girtî ne. Dikarin bêyî ku zagonan biguherînin girtiyên nexweş serbest berdin. Ev mijarên ku divê bi lez bên çareserkirin in. Ji ber Zagona Têkoşîna li dijî Terorê (TMK), bi milyonan mirov bêyî sûcdar bin, bi ‘Terorê’ têne darizandin û cezakirin. Di encamnameyê de me xwest gavên pêwist ên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bêne avêtin.”

Fatma Bostan Unsal, bal kişand ser pêkhateyên konferansê û wiha lê zêde kir: “Di konferansê de nasname, bawerî û nûnertiyên cuda hebûn. Em dibînin ku çawa feraseta yekperest a Tirkiyeyê çanda rengînî û demokratîkbûna Tirkiyeyê xera kiriye. Ji ber vê feraseta yekperest, gelek ziman, çand û bawerî tune bûne. Ev konferans dê bibe sedem ku kesên ker bi guh bibin û daxwazên xwe bînin ziman.”

Fatma  Bostan Unsal, da zanîn ku divê siyaset ji bo aştiyê bêtir qadê veke û wiha pê de çû: “Di her civakê de siyaset di pêvajoyên civakî de diyarker e. Lê li Tirkiyeyê saziyên sivîl û civakî lawaz in. Li Tirkiyeyê qada siyasî bêtir diyarker e. Divê qada siyasî rê li pêşiya aştiyê veke. Dîsa divê medya li hemberî pirsgirêkên civakî hestiyar tev bigere. Ji bo hemû alî bên cem hev, divê medya kesî weder neke û li derve nehêle. Divê wekheviyê esas bigire.”

Fatma Bostan Unsal destnîşan kir ku Tirkiye pirsgirêkan tune dibîne û ev nirxandin kir: “Dema pirsgirêkek tune bê hesibandin dê mezin bibe. Dema tu bi tundiyê jî meseleyê çareser bikî, dê bibe pençeşêr. Li Tirkiyeyê cara ewil di salên 1993an de hevdîtinên ji bo aştiyê dest pê kirin. Wê demê çareserî pêkan bû. Lê ji ber qelsiya siyaset, medya, karsaz û saziyên civakî bi deh hezaran mirovên me hatin kuştin. Tirkiye derket dervayî hiqûqê. Di aliyê aborî de bi trilyonan zerar çêbû. Niha li Rojhilata Navîn bi awayekî pir zêde hêz cihê xwe diguherîne. Vê guhertina hêza li Rojhilata Navîn, rêveberên Tirkiyeyê îkna kiriye ku pirsgirêkê çareser bike. Ez bawer im ku di pêvajoyeke wisa de mutabakata bi Abdullah Ocalan re dê hem li Tirkiyeyê û hem jî li herêmê aştiyê pêş bixe. Di encama vê peymana guhertina hêzê de DYA û Îsraîlê li dijî Îranê dest bi êrişan kir. Me dît ku êriş bi serketfî pêk hatin. Di encama vê peymanê de dê li qadê hin guhertin jî pêk bên. Lê ji ber qeyûman û daraza ketiye bin bandora siyasetê gav dereng têne avêtin.”

Divê civak kirdeyê aştiyê be

Fatma Bostan Unsal herî dawî anî ziman ku eger heta niha aştî pêk nehatibe, ji ber rêveberiya otoriter e û got: “Ji ber vê yekê divê civak bibe kirdeyê aştiyê. Divê civak di meseleya aştiyê de înîsiyatifê bigire destê xwe. Ji bo civak bibe kirdeyê aştiyê divê her kes karibe bê cem hev û serbest daxwazên xwe bîne ziman.”