12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 10 salan de 29 hezar penaber xeniqîn

Rayedarên deryayî yên Fransî diyar kirin ku 13 penaber dema ku dixwestin ji Deryaya Manşê derbas bibin noqî avê bûn û xeniqîn. Di 10 salên dawî de 29 hezarû 063 penaber di Deryaya Spî de xeniqîn.

Rayedaran ragihandin ku bota ku penaber tê de bûn li peravên Boulogne-sur-Merê parçe bû. Rayedaran daxuyandin ku 3 jê zarok herî kêm 13 penaber noqî avê bû û di avê de xeniqîn.

Herî dawî di tîrmehê de li Moritanya ya Efrîqeye keştiya penaberan li Derya Sipî noqî avê bû. Di keştiyê de 89 kes xeniqîn.

Li gorî daneyên ajans û komeleyên penaberan, li Derya Spî, sal bi sal encama xeniqînên penaberan:

Sala 2014’an: 3.289 penaber

Sala 2015’an: 4.055 penaber

Sala 2016’an: 5.136 penaber

Sala 2017’an: 3.139 penaber

Sala 2018’an: 2.337 penaber

Sala 2019’an: 1.885 penaber

Sala 2020’î 1.449 penaber

Sala 2021’ê: 2.048 penaber

Sala 2022’an: 2.411 penaber

Sala 2023’an: 3.129 penaber

Sala 2024’an: heta sibatê 185 kes Xeniqîn.

Ji 2014’an heta sibata 2024’an; 29 hezar û 063 penaber di deryayê dexeniqîn.

Di Îlona 2015’an de Alan Kurdi li Muglayê di bahre de xeniqîbû. Cenazeyê wî yê li peravê bala hemû cîhanê kişandibû. Tevî vê yekê tedbîr nehatin girtin û di 10 salên dawî de bi hezaran zarok mirin.

Li tevahiya cîhanê di navbera 2014 û 2019’an de 32 hezar mirov di bahre de xeniqîn. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji sala 2014’a heta 2019’an li devahiya cîhanê 32 hezar û 741 penaber noqî avê bûn û di derayan de xeniqîn. Hezar û 654 kes ji vana zarok in.