Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4ê Cotmeha 2022yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe hat şehîdxistin. Bi minasetabeta salvegera şehadeta Nagihan Akarsel, Komeleya Dicle Firatê ya Rojnamevanan (DFG), daxuyaniye da û wê bi bîr anî.
Daxuyaniya DFGê bi vî rengî ye: “Em rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel ku di 4ê Cotmeha 2022yan de li Silêmaniyê ji aliyê MÎTê ve hatibû qetilkirin, di salvegera 4emîn de bi rêz, hezkirin û hesret bi bîr tînin. Em carek din dibêjin û daxwaz dikin ku ew hêza li pişt kuştina Nagîhan Akarsel divê derkeve holê û kujer û ew hêz bên darizandin. Divê kujerên Nagîhan Akarsel viya jibîr nekin; çanda Çapemeniya Azad bi kuştinan tune nabe û wê her heqîqetê binivisîne û bi paş ve gavan neavêje. Çapemeniya Azad li pey mîras û xeyalên cangoriyê xwe ye û têkoşîna wan zindî û gerdûnî dike. Nagîhan Akarsel bi xebat, nivîs û têkoşîna xwe di dilê jinan de, di dilê rojnamegeran û hemû gelên cîhanê de cih digire… Em wek şagirtên Nagîhan Akarsel bi nivîs û têkoşîna wê hin bêtir bi hişmend dibin, em ê qala têkoşîn û kesayeta wê ji gelên dinyayê re bikin. Em carek din soz didin ku wê têkoşîn û keda wê her zindî bimîne.”