Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), bi wesîleya 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê rapora binpêkirina mafên mirovan a meha Nîsanê eşkere kir.
DFGê, diyar kir ku li Tirkiyeyê 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê di nava hewrdoreke zextê de tê pêşwazîkirin û got ku li gorî endeksa RSFê Tirkiye di nava 180 welatan de di aliyê binpêkirina mafan de di rêza 159an de cih digire.
DFGê, ragihand ku di çar mehên ewil ên sala 2025an de 65 rojnameger hatin binçavkirin û 25 rojnameger hatin girtin. DFGê, da zanîn ku di meha Nîsanê de 8 rojnameger hatin girtin, 6 rojnameger bi giştî 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn û 13 rojnameger jî hatin darizandin û bi giştî 36 rojnameger di girtîgehê de ne.
DFGê, her wiha da zanîn ku 7 malper hatin girtin, 171 hesabên medyaya civakî û 6 nûçe hatin astengkirin. DFGê got “Rojnamegerî ne sûc e” û xwest rojnamegerên girtî bên berdan.