8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir

DFG’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û wiha got: “Em ê bi hêza ku  ji wan rojnamegeran digirin bi israr û înad rastiyan vebêjin.”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirrînê de hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, duh saet derdora 15.20’ê li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirrînê de hedef hatin girtin. Her du rojnameger, di encama êrişa bi SÎHA’yan a Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû. Em, êrişa li dijî hempîşeyên xwe şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê li her qadê hesaba vê komkujiyê bipirsin û dev ji qetilkaran bernedin. Nazim û Cîhan, du rojnamegerên hêja bûn ku heqîqeta şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi raya giştî re parve dikirin. Bi hêza em ji wan digirin re em ê bi israr û bi înad rastiyan vebêjin.”