26 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DFG û MKGê gefxwar hişyar kirin

DFG û MKGê têkildarî rojnameger Zeynep Durgut ku ji ber “Çeteya Fihûşê” derxist holê gef lê hatin xwarin daxuyanî dan û kesên gefxwarin hişyar kirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), têkildarî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgutê ku ji ber “Çeteya Fihûşê” ya li Şirnexê derxist holê malbata Kenan Tatar gef lê xwar, li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal daxuyanî dan.  DFG û MKGê her wiha kesên ku gef li Durgut xwarine hişyar kirin.

DFGê, di daxuyaniyê de wiha got: “Ji ber nûçeyên ‘Çeteya Fihûşê’ gef li hempîşeya me Zeynep Durgut hatin xwarin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, endamên malbata Tatar jî di nav de 25 kesên ji ‘Çeteya Fihûşê’ ya 2013’an a li Şirnexê, di 24’ê Sibatê de bi nûçedosyaya xwe derxist holê. Endamên malbata Kenan Tatar k udi dosyayê de navê wî weke ‘serçete’ derbas dibe, gef li hempîşeya me Zeynep Durgut xwar. Em, gefên li hempîşeya me hatine xwarin qebûl nakin. Hempîşeya me Zeynep Durgut, bi nûçeyên xwe bûyera ‘fihûşê’ ya li Şirnexê derxist holê û ku di nava gel de jî rê li ber bertekeke mezin vekiribû. Bi nûçeyên Zeynepê re ev zîhniyeta qirêjî derket holê. Zeynep Durgut ku bi nûçeyên xwe hem pirsgirêka fihûşê ya li bajar hem jî texrîbata ekolojik a li bajar derxist holê û rê li ber hestiyariyeke civakî vekir, mohra xwe li rojnamegeriyeke serkeftî da. Li şûna ku keda hempîşeya me were pîrozkirin, gef lê hatine xwarin û em vê qebûl nakin. Em careke din kes û zîhniyeta ku gef li hempîşeya me xwariye hişyar dikin; em li cem Zeynepê ne, dê dev ji kesên gef xwarin bernedin û hesabê bipirsin.”

Dê li dijî vê zihniyetê bin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî têkildarî rojnameger Zeynep Durgut li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da.  MKGê wiha got: “Nûçegihana me Zeynep Durgut ku li Şirnexê ‘Çeteya Fihûşê’ derxistibû holê, ji hêla malbata yek ji faîlên dosyayê Kenan Tatar ve gef lê hatin xwarin. Ev gefên li dijî rojnamegeran karê xwe yê pîşeyî pêk anî, nayê qebûlkirin. Li dijî vê zîhniyetê em bi Zeynepê re ne.”