24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DFG û MKG: Divê zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin

DFG û MKGê nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamegerên kurd dan û xwestin rojnameger demildest bên berdan.

Di serdagirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de nûçegihana JINNEWSê Rabîa Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglu, Behçet Bayhan û Rûşen Takva rastê tundiyê hatin û hatin binçavkirin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê der barê 6 rojnamegerên ku hatine binçavkirin daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

MKG: Hevalên me demildest berdin

Di daxuyaniya MKGê de ji bo binçavkirina rojnamegeran ev tişt hat gotin: “Rojnamegerên nobeda ku piştî cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, dişopandin û peywira xwe ya agahdarkirina gel bi cih tînin, bi êrişeke tund ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Binçavkirina 5 rojnamegerên ku di nav wan de endamên me Rabîa Onver û Medîne Mamedoglu jî hene, bi kelepçekirin li pişt wan, êrişeke eşkere ya li dijî azadiya çapemeniyê ye. Em vê destwerdana derqanûnî ya li dijî rojnamegeran qebûl nakin! Divê demildest hevalên me bên berdan û hemû zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin.”

DFG: Rojnamegeran berdin

DFGê da zanîn ku tayînkirina qeyûm qespkirina îradeya gel e û wiha got: “Di saetên serê sibê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin. Polîtîkaya tayînkirina qeyûm li dijî demokrasiyê ye û xespkirina îradeya gel e. Em tayînkirina qeyûman wek xespkirina îradeya gel qebûl dikin û vê biryarê nas nakin. Rojnamegerên ku çalakiyên li dijî xespkirina îradeya gel dişopandin hedef hatin girtin û bi derbkirinê. Nûçegihana JINNEWSê Rabîa Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglu, Behçet Bayhan û Rûşen Takva hatin binçavkirin. Rojnameger Mehmet Guleş li erdê hat kaşkirin û rastî tundiyê hat. Em ne xespkirina îradeya gel nas dikin û ne jî bi derbkirinê binçavkirina rojnamegeran qebûl dikin. Bila demildest hevalên me serbest bên berdan.”